Şervana YPJ Hêvîdar bi merasîmek girseyî hat oxirkirin

10:56

JINHA

KOBANÊ - Endama YPJ'ê Hêvîdar Serhed a ji 15'ê Sibatê wir ve li Başûrê Kurdistanê dihat dermankirin, di 6'ê Nîsanê de jiyana xwe ji dest da.

Cenazeyê Hêvîdar ku di ser Qamişlo re derbasî Kobanê hat kirin, bi konvoyeke ji wesayîtan ji Saziya Malbatên Şehîdan hat wergirtin û birin Goristana Şehîd Dîcle. Li goristanê şervanên YPG'ê merasîma leşkerî lidar xistin. Paşê Endama Fermandariya YPG/YPJ'ê Narîn Efrîn û li ser navê Rêveberiya Xweseriya Demoratrîk Rûken Ehmed axivîn. Qisekeran rola têkoşer Hêvîdar di berxwedana Kobanê de bibîr xistin. Paşê Endama Saziya Malbatê Şehîdan Roceng Hac Kerîmo nasnameya têkoşer Hêvîdar Serhed xwend.

Di dawiya merasîmê de, cenazeyê Hêvîdar Serhed di nav tilîliyê jinan û dirûşmeyên "Şehîd namirin" de hat oxirkirin.

(rc)