Malbatên girtiyan: Heya dawî li tindiyan neyê berxwedan berdewame
11:34
JINHA
Beritan Canozer - Esra Aydın / JINHA
AMED - Malbatên girtiyan tecrîda ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û tindiya ser girtiyan zêde dibe şermezar kirin û gotin: "Ew difikirin ku dema tecrîdê giran bikin, emê dest ji têkoşînê berdin, lê tiştek wiha nîne. Heya tecrîda ser Rêberê me û tindiya ser zarokê me nerabe emê jî ji derve têkoşîna xwe berdewam bikin."
Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan ji 27'ê tîrmeha sala 2011'an ve nikare bi parêzerê xwe re, ji 5'ê Nîsana sala 2015'an ve nikare bi Heyeta Îmralî re hevdîtin bike. Li gel wê jî di qadên rêveberiyên cewherî lê hatî îlankirin di operasonên qirkirina nijadî û siyasî de bi hezaran kesan jiyana xwe jidest dan û bi hezaran kes hatin girtin. Ji bo ku tecrîda girankiriya li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan berdewam dike bê rakirin û êrîşên ser rêveberiyên xwecihî bi dawî bibin di 5'ê Adara sala 2016'an de girtiyên siyasiyên li girtîgehên Kurdistan û Tirkiyê dimînin dest bi gireva birçîbûnê ya bê dem û dorveger kirin. Bi despêkirina gireva birçîbûnê re tindiya ser girtiyan zêde bûye û gelek girtî hatin sirgunkirin. Di dema sirgunê de girtî ji aliyê polîs û leşkeran ve hem rastî tindiya fîzîkî û hem jî derunî hatin. Piştî sirgunê jî bi mehan an girtiyan di hucreyên yek kesî de dihêlin an jî şideta fiziki li wan dikin. Malbatên girtiyan bertek nîşanî rewşê dan û diyar kirin ku ew tindiya ser girtiyan berdewam dike na pejirînin.
'Emê bi îsrar bêjin aştî'
Ayla Kaya got ku ew tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan giran bûye û tindiya ser girtiyan zêde dibe şermezar dike wiha domand: "Ma niha zilma li ser me destpêkiriye? Ev 40 sale dewleta Tirk me di kuje, gundê me, male me xira dike û zarokê bê suc û be sebeb wunda kirin. Eger Rêbertî hişmendiyek wiha nedaba avakirin îro kurdan têkoşîna nasname û ziman nedikirin. Belê wî çaxî jî kurdan li ber xwe dida, lê hêza me ya çekdarî nebû û en be rêxistin bûn. Em bi saya Rêbertî bi rêxistin bûn û me xwe parast. Çavê me vebû, me li mafê xwe pirsî, me êdî li hestiyê zarokên xwe pirsî û me ji bo aştiyê qêrkir. Ev 40 sale em dibêjin aşitî lê dewleta Tirk her roj zarokên me qatildikin. Lê em ê bi îsrar bejin aştî."
'Em ê jî li derve têkoşîna xwe berdewam bikin'
Ayka diyar kir ku tecrîta li ser Abdullah Ocalan li hemberî mirovatiyê ye, hedef dikin gelê kurd bi tecrîtê bê deng bikin û wiha berdewam kir: "Di fikirin gava tecrit hebe em ê jî dev ji Rêbertiya xwe berdin, na tiştek wiha nîne. Em hîn bêhtir bi Rêberê xwe ve tên girêdan û qêrina aştiyê bilind dikin. Wê hîn çend zarok bên qatilkirin û mal bên xirakirin? Doza ku zarokên me pêve hatîn girêdan doza meye jî. Heya tecrîta li ser Rêberê me û tindiya li ser zarokên me bi dawî nebe em ê jî ji derve dev ji têkoşîna xwe bernedin. Ev bi mihane me dengê zarokên xwe ne bihîstiye, bila dawî bibe êdî ev îşkence."
'Zarokên me tavêjin hûcreyan'
Ayşe Çelîk jî got ku bê Abdullah Ocalan pirsgirêk çareser nabe û wiha dom kir: "Ev çend mihin agahî ji Rêberê me nîne û nahêlin ku bi ti kesî re jî hevdîtin bike. Niha heman tiştî li zarokên me jî dikin. Li zarokên me cezayê telefonê tê birîn. Ji bo ku zarokên me di greva bircîbûnê dene tên darp kirin û dixin hûcreyan. Ji bo Rêbertî azad bibe û welatî neyên qatilkirin di greva birçîbûnê denin, ma ev suce? Bila tecrit, zilm û tundî bi dawî bibe. Em aştiyê di xwazin bila masa çareseriyê bê ava kirin, lê masa bê Rêbertî em qabûl nakin. Mîmarê aştî û azadiyê heye bê wî çareserî ne gengaze. Bê Rêbertî ne çareserî ne jî aştî nabe. Bila hemu kes vê zanibe. "
'Bila hemu kes dengê xwe derxe û bertek nîşan bidin'
Ayşe bang li hemu gelan kir û got; "Ev guleyên li vir tên barandin tenê ne li ser kurdan têne, barandin" û wiha pêde çu: "Li xwişk û biratiya gelên Tirk û Kurdan tên barandin. Bila hemu kes ji bo aştiyê destê xwe bixe bin kevir. Werin em tecridê, êrîşan, zilmê bi hev re bisekinen in. Zarokên me girtîne û di navberan 4 dîwaran de dijîn, ev ne bese destur nadin ku em bi zarokên xwe re hevdîtin bikin. Dîsan di vî şerî de zarokên me tên qatilkirin û malên me tên talan kirin. Ma em gunehkarin li vê cîhanê evqas bi serê me tînin. Em mirovin û em xwediyê vê axê ne bila hemu kes zanibe û bibîn in."
(dt/zt)