Sara Kaya: Bi daketina gelan a qadan re dê ev şer bidawî bibe
12:00
JINHA
MÊRDÎN - Şer û pevçûnên li Nisêbînê 45 roj in berdewam dike, Hevşaredar Sara Kaya şerê li herêmê tê jiyîn weke "şerekî ku nav lê nehatiye kirin" nirxand û got: "Tenê bi hev re daketina gelan a qadan dikare ev şer bidawî bibe."
Li navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê piştî cara 8'emîn derketina derve hat qedexekirin, 45 roj e şer bi hemû dijwariya xwe didome. Navçeya ku ji ber êrîşên hêzên deweltê bi sedan mal, kargeh û cihên dîrokê hatin hilweşandin, şerê heyî her roj tê kûrkirin. Hevşaredar Sara Kaya ya ku ji roja şer dest pê kir heta niha navçey neterikandiye, da zanîn ku şerê ev 8 meh e hatiye destpêkirin, bi berfirehî dewam dike.
Sara bi bîr xist ku qedexeya dawî di 13'ê Adarê roja yekşemê hatiye destpêkirin û pêvajoya şer wiha anî ziman: "Di 13'ê Amdarê de li navenda sûkê bi dehan kargeh û mal hatin hilweşandin. Welatiyên ku ji bo amadekariya qedexeyê bikin, derketin sûkê hatin gulebarankirin. Bi dehan welatî ji ber vê yekê malên xwe terikandin. Ev hemû ji bo navçeyê bê mirov bihêlin hatin kirin." Sara bal kişand ser gotinên nîjadperest ên Serokomar Erdogan û Devlet Bahçelî jî û got ku gotinên van kesan şer kûrtir dike, heta niha bi fernama wan bi sedan mal û kargeh hatin şewitandin.
'Bermahiyên dîrokî tên tunekirin'
Sara di dirêjiya axaftina xwe de girîngiya bermahiyên dîrokî û nîşaneyên şaristaniyên herêmê jî bi bîr xist û ev tişt anî ziman: "Di medyaya civakî de bi parvekirinên wekî 'Di Navenda Çanda Mîtanî, Dêra Mor Yakup û Mizgefta Zeynelabîdîn de bombe heye' ev cihên dîrokê hedef tên nîşandan. Navenda Çanda Mîtanî ji 4'emîn Meşa jinên Cîhanê re malovanî kiriye û di nava gel de di aliyê xizmeta çandî de xebateke gelekî girîng dide meşandin. Dêra Mor Yakup û Mizgefta Zeynelabîdîn jî bermahiyên herî girîng ên çanda Mezopotamyayê ne. Ev saziyên ku wekî dibistanên yekemîn ên Rojhilata Navîn tên dîtin, niha bi tunekirinê re rû bi rû hatiye hiştin."
Bêdengî mirinê tîne
Sara herî dawî bêdengiya li dijî şer jî rexne kir û da zanîn ku divê çalakya "Ji bêdengiyê re na" ku li Qamişloyê hatiye destpêkirin, divê ji bo Nisêbîn, Şirnex û Geverê jî bê destpêkirin û axaftinên xwe wiha bi dawî kir: "Qamişlo û Nisêbîn du bajarên yek beş in û bi têlan hatine perçekirin. Îro bi hezaran xizmên nisêbîniyan li Qamişloyê dijîn. Ev her du bajar ji hev hatine perçekirin. Divê çalakiya 'Ji bêdengtiyê re na' li Tirkyeyê jî bê berfirehkirin. Ev şer tenê bi hevkariya gelên li Tirkiyeyê dikare bê rawestandin."
(dt/zt)