Piştî mehan Zeliha li Cizîrê ber bi bêdawîtiyê ve hat oxirkirin

12:30

JINHA

ŞIRNEX - Cenazeyê Zelîha Başkûrt a di 79 rojên êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, li Cizîrê hat definkirin.

Cenazeyê Zelîha Başkûrt a di 79 rojên êrîşên qirkirinê yên li Cizîrê di jêrzemînên wehşetê de hat qetilkirin, li Cizîrê hat definkirin. Cenazeyê Zelîha, piştî komkujiyê anîbûn Rihayê û ji aliyê hêzên dewletê ve bi awayekî qorsanwarî li Stewra Mêrdînê hatibû definkirin. Piştî bi mahen, danberheviyên DNA'yê yên Zelîha û malbata wê li hev derketin. Bi vê re malbat çû Stewrê û cenazeyê zaroka xwe wergirtin.

Cenazeyê Zelîha yê bi şev anîn Cizîrê, danê sibehê jî bi girseyî hat dafinkirin.

(kom/zt)