Derbarê dayikên Roboskiyê lêpirsîna 'heqeret' hat vekirin

12:39

JINHA

ŞIRNEX - Dayikên Roboskiyê yên ji bo kujerên zarokên wan bên dîtin, têkoşîna edaletê didin, der barê 3 ji wan de bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kirine" lêpirsîn hat destpêkirin.

Di 28'ê Kanûna 2011'an de li gundê Roboskê yê Qilebana Şirnexê, balafirên şer ên artêşa tirk, êrîşke hewayî pêk anîbû, di êrîşê de 34 welatî hatibûn qetilkirin, malbatên ku têkoşîna edaletê didin û dixwazin kujerên zarokên wan bên darizandin, di dorpêça dewletê de ne. Li ser komkujiyê re hezar 581 roj derbas bû, hêj kujer nehatine darizandin, vê carê der barê malbatên ku têkoşîna edaletê didin de, bi îdiaya "Heqaret li Serokomar kirine" ji hêla Serdozgerê Komarê yê Qilebanê ve lêpirsîn hat destpêkirin. Der barê dayikên ku zarokên xwe di komkujiyê de winda kirin, dayika Vedat Encu, Mercan Encu, dayika Hamza Encu, Kadriye Encu û dayika Yuksel Urek, Emîne Urek de bi îdiaya "Heqaret li serokomar kirine" lêpirsîn hat destpêkirin. 3'ê dayikên ku der barê wan de lêpirsîn hat vekirin û xwestin li dozgeriyê îfadeyê bidin, lê dayikan dayina îfadeyan red kir û neçûn dozgeriyê.

Li ser vê duh leşkerên tirk di ser mala Kadriye Encu de girt û xwest îfadeya wê bigirin, lê Kadriye dayîna îfadeyê red kir û ev tişt got: "Çima yên zarokên me qetil kirine nayên darizandin." Piştî bertekên gel zêde bûn, leşker neçar man li gund veqetin. Dayikên ku ev bi salan e têkoşîna edaletê didin, bi dehan caran rastî lêpirsîn û zextan hatine.

(rc)