29 kesên li Qamişlo hatî qetilkirin hatin oxir kirin

13:04

JINHA

QAMIŞLO - Li bajarê Qamişloyê di navbera 20 û 23'ê Nîsanê de li ser êrîşa hêzên rejîma Sûriyeyê, pevçûnên dijwar rû da. Di encamê pevçûnê de endamên Asayîş, hêzên YPG'ê û welatiyên sivîl jiyanê xwe ji dest dan. Îro li bajarê Qamişloyê merasîma veşartina şervanên YPG'ê, endamên asayîşê û welatiyên jiyana xwe ji dest dayî hatin oxir kirin.

Di encama êrîşên hêzên rejîma Sûriyeyê yên 20’ê Nîsanê ya li dijî bajarê Qamişloyê de, di navbera hêzên Asayîşê/YPG'ê û êrîşên çete û milîsên rêjîma Baasê de şer derketin. Di şerê 3 rojan de bi dehan hêzên rejîmê hatin kuştin û ji 100 zêdetir jî hatin dîlgirtin. Di şerê 3 rojan de 12 endamên Asayîşê, 4 şervanên YPG’ê û 13 jî welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dan. Li gorî Ajansa ANHA'yê dê 29 kesên jiyana xwe ji dest dan, dê li Goristana Şehîd Saruxan bên bên definkirin.

Darbestên endamên Asayîşê bi alên Asayîşê, yên şervanên YPG’ê bi alên YPG’ê, cenazeyên Jinan bi alên Kongreya Star û yên sivilan jî bi alên TEV-DEM’ê hatin pêçandin û bi merasîmek leşkerî hatin oxirkirin. Cenazeyên 29 cangoriyan ji aliyê bi hezaran welatiyên ji hemû pêkhateyên Kurd, Ereb, Sûryan û Asûrî pêk dihat ve hat pêşwazîkirin û ber bi Goristana Şehîd Delîl Saruxan ve derxistin rê. Di dema rakirina cenazeyan de dirûşmeyên “Şehîd namirin”, “Bijî berxwedana YPG'ê”, “Bijî berxwedana Asayîşê” hatin berzkirin.

(rc)