Bi wesayîta zirxî jinek perçiqandin
14:03
Nîsan
27
/ 2016
JINHA
AMED - Li Kolana Gevranê ya Yenîşehîra Amedê jina ku wesayîta zirxî lê qelibî jiyana xwe ji dest da.
Li Kolana Gevranê ya Semta Ofîsê ya Yenîşehîra Amedê wesayîta zirxî ya leşkeran li jineke ku navê wê nehat zanîn qelibî. Bi qelibandinê re jin li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da. Welatiyên li derdorê civiyan jî li hemberî leşkeran bertekên xwe dan der. Hin welatî jî rapeliqîn wesayîta zirxî. Di vê navberê de polîsan bi bombeyên gazê mudaxileyî welatiyên ku li ser kolanê civiya bûn kir.
Cenazeyê jina hat perçiqandin bi ambulansê ji kolanê rakirin.
(zt)