Li Nisêbînê malan xira dikin

14:19

JINHA

MÊRDÎN - Şer û êrîşên li dijî Nisêbînê ev 45 roj in berdewam dike, di êrîşna de bi sedan mal hatin xirab kirin û ev hilweşandin di wêneyên ji navçeyê hatine de jî tê dîtin.

Êrîş û dorpêça li dijî navçeya Nisêbînê ya Mêrdînê di roja 45'an de berdewam dike, hilweşandina li navçeyê bi hemû zelaliya xwe tê dîtin. Piştî daxuyaniyên Serokomar Erdogan ên wekî "hilweşînin û bişewitînin" bajar ji hêla hêzên dewletê ve bi top, hewan û obusan hat xirakirin, di êrîşan de bi sedan avahî û kargeh hatin xirabkirin. Hilweşandina li bajar di wêneyan de jî tê dîtin.

(kom/zt)