Bi topên agir êrîşî Şirnexê dikin
14:24
JINHA
ŞIRNEX – Li Şirnexê bi êrîşên herî giran yên rojên dawî re, bi topebarana ku marşên nîjadperest re di gelek avahiyan de şewat derket.
Li Şirnexê hemberê berxwedana parastina xweserî êrîşên qîrkirinê di roja 44’an de didome. Bi êrîşên hêzên dewletê ku rojên dawî hatî giran kirin re şer û pevçûnên dijwar jî diqewime. Bi êrîşên topebaranê ku bi marşên nîjadperest re li ser bajêr berdewam dike, ji ber barana zêde û bahozê di avahiyên ku rastê topebaranê tê de şewat derket. Topebarana tanqa ku li ser riya Çevreyolu’yê hatî bicîhkirin, bi marşên nîjadperest re ket dîmenan de. Bi êrîşên hêzên dewletê yê topebaranê re li taxên berxwedanê şer û pevçûn di navbera hêzên dewletê û hêzên YPS/YPS-JIN’ê de jî bi hemû dijwariya xwe ve didome. Şer û pevçûnên dijwar ji derveyê taxên berxwedanê jî diqewime û bi van şer û pevçûnan re tevgera ambulansan li ser taxên berxwedanê tê jiyîn.
Ji derveyî şer û pevçûnan tevgera hewayî ji li ser bajêr kêm nabe.
(kom/zt)