'Emê texrîbat û dagirkeriya li Kurdistanê tê kirin derxin holê'
14:45
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Derunnasên Mezopotamyayê di derbarê êrîşên fizîkî, siyasî û derunî ser Kurdistanê berdewam dike de daxuyanî da û got: "Em wekî derûnnasên ku li ser vê axa qedîm dijîn ji bo ku bi perspektîfeke rexnegir encama texrîbata şer û dagirkeriya li Kurdistanê derxînin holê û texrîbata derûnî derman bikin, hatin cem hev."
Derunnasên Mezopotamyayê di derbarê şerê li herêmê berdewam dike û texrîbatên pergal bi van polîtîkayên şer ser mirovan bandor dike de daxuyaniyek nivîskîr weşand. Daxuyanî wiha ye; "Di dîroka mirovahiyê de ew şerên ku heya niha qewimîne li ser xweza û civakê gelek texrîbatên mezin kirine û ev texrîbat îro hîn jî didome. Hatiye asteke wisa êdî ji bo mirovahiyê bûye barekî giran.Wekî tê zanîn axa Mezopotamyayê axeke pîroz e û şaristaniyê li vir dest pê kiriye. Cara yekem çandinî li vir çêbûye dan û standin û jiyana civakî li vir dest pê kiriye. Ji ber vê yekê mixabin şerên herî mezin jî li ser vê axa qedîm çêbûne. Ji xeynî şer li ser vê axê pergala mêtingeriyê ango qapîtalîzm tiştên cûda yan tune dike yan jî wekî meta digre dest û bi feraseta karkirinê nêzîk dibe. Bi vî rengî qîmeta wan jî kêm dike yan jî ji holê radîke."
Daxuyaniyê wiha berdewam kir: "Di serî de gelê kurd û hemû gelên ku li ser axa mezopotamyayê dijîn di encama van şeran û dagirkirinan an hatin înkarkirin an rastî pêkûtiyan hatin û ji nasnama xwe bûn an jî hatin qetilkirin. Ev zilma ku li van gelan hatine kirin ji hêla gelek beşên zanistî ve hatin veçirandin lê mixabin ji hêla beşa derûnnasiyê ve hîn lêkolîneke têra xwe nehatiye kirin û ev texrîbat her alî ve nehatiye tespît kirin. Xebatên ku hatine kirin jî zêdetir bi feraseteke desthilatdarî hatiye kirin.
Em wekî derûnnasên ku li ser vê axa qedîm dijîn ji bo ku bi perspektîfeke rexnegir encama texrîbata şer û dagirkeriya li Kurdistanê derxînin holê û texrîbata derûnî derman bikin, hatin cem hev.
Ev nêzî 6 meh in, ji gelek bajaran derunnasên ku di vî warî de hessas in li ser navê Derunnasên Mezopotamyayê xebatên xwe dimeşînin. Em feraseta derûnnasiyê ya ku pirsgirêkên civakê ji xwe re nake xem û bi awayeki elîtîst nêzîk dibe, napejirînin. Çareserkirina pîrsgirêkên civakê ji xwe re dikin armanc. Di vê çarçovê de em dixwazin derûnnasiyê bi kurdî ji nû ve bigrin dest û ji bo hemû gelên mezopotamyayê bikin zanisteke kêrhatî. Em dixwazin manuplasyonên deruni yên ku lî hember gelê me tên kirin derxînin holê. Em dixwazin travmayên ku di encama polîtîkayên şer û dagirkeriyê derketine holê, derman bikin û ji bo travmayên nû çênebin gelê xwe hişyar û agahdar bikin. Di vî derbarî de bi saziyên me yên din re xebateke hevpar û kollektîf girîng dibînin û esas digrin
Em wekî Derunnasên Mezopotamyayê ji vir pê ve li ser vê axê li hemberî her mirovî ,hemû neheqiyan ji xwe re dikin xem. Heya ku ev neheqî û zilm ji holê rabin, ji bo jiyaneke polîtîk-ehlaqî em ê bixebitin, tê bikoşin û ber xwe bidin."
(zt)