'Em ê bi xebatên xwe 'astengiyan' derbaskin'

16:18

JINHA

AMED - Navenda Jiyana bê Astengi ya girêdayî Musa Antera ya Şaredariya Peyasê ji welatiyên asteng re qurs vekir.

Navenda Jiyana bê Astengî ya giredayî Musa Antera Şaredariya Peyasê ji welatiyê astendar ên ku tevlî kursê bûyin pêşandan hat vekirin. Di pêşangehê de gelek welatiyên di nav de Parlementerê HDP'ê yê Amedê Îmam Taşçier, Hevşaredarên Peyasê Fatma Arşîmet û Mehmet Alî Aydin, Hevseroka Navenda HDP'a Amedê Gulşen Ozer, xebatkarên Navenda Ekîn Ceren a Jinan û lîstîkvanê Amedsporê Denîz Nakî jî heyîn amadebûn. Welatiyek astengdar li gel Gulşen Ozer û Îmam Taşçier qurdêla pêşangehê birîn. Paşê jî Îmam axift û got ku divê hemu civak bi hev re di nava pişgiriyê de bin.

'Em hişmendiya astengdar şermezar dikin'

Pişê jî Fatma Arşîmet mafê axaftinê girt û got: "Astengî ne di bedenan de ye di hiş de ye. Divê pêşî em astengiya hişî ji holê rakin. Em ji keda hemu hevalan te spas dikin."

Hevserokê Meclîsa Astengdaran Mecît Yilmaz jî got: "Em ê bi van xebatan pêşiya hemu astengiyan bigrin. Em ji hemû kesên ked dayîn re spas dikin."

Piştî axaftina pêşangeh hat vekirin.

(dt/zt)