Li Wanê semînera tundiya ser jin hat dayîn
16:58
JINHA
WAN- Navenda Jiyana Jin a Rojînê ji bo sê rojan semîner da despêkirin û di roja yekem de qala şîdeta ser jinê di warê hiqûqî de hat kirin.
Li Navenda Jiyana Jin a Rojînê, semînera şîdeta ser jinan di warê hiqûqî de hat dayîn. Semînera ku ji aliyê Parêzer Mûjgan Tozbey Erden ve hatî dayîn de, jinên girêdayî şaredariyên bajêr û navendê tevlî bûn. Di semînerên ku wê sê rojan bê dayîn de Mûjgan di roja pêşî de qala tedbîrên hember şîdetê kir û jinan hînê parastinê di warê hiqûqî de kir. Her wiha mînakên şîdetê ji bo jinan rêzkir.
Di roja duyem a semînerê de wê tundî û cureyên tundiyê bê dayîn.
Semîner bi beşa pirs û bersivan bi dawî bû.
(hk/rc)