Gelê Tirbespiyê li ber Deriyê Sêmalka çalakî pêk anîn
17:27
JINHA
TIRBESPIYÊ - Gelê Tirbespiyê bi armanca protestokirina ambargoya ku ji aliyê PDK'ê ve li ser Rojavayê Kurdistanê pêk tîne, xwepêşandanek li ber Deriyê Sêmalka pêk anîn.
Îro ji bo ku dorpêça li ser Rojavayê Kurdistanê were protestokirin gelê bajarê Tirbesipiyê, Herêma Sincaq û Aliya li ber deriyê Sêmalka kom bûn. Ji Saziya Malbatên Şehîdan jî nûner amade bûn. Alên YPG-YPJ'ê û TEV-DEM'ê di çalakiyê de hatin hilgirtin. Gel heya pira di navbera Rojava-Başûrê Kurdistanê bi berzkirina dirûşmeyan meş pêk anîn. Di xwepêşandanê de endamên rêveberiya bajêr jî amade bûn. Hevseroka Meclîsa bajar Asiya Cume, Rêveberê Herêma Sincaq Ferhan Sinco û endamê mekteba PYD'ê Silêman Mihemed jî din nav de heyetek xwestin bi rayedarên başûr re hevdîtin bikin, lê bê encam vegeriyan. Di vegera heyetê de ev agahî dane gel ku biryara girtina deriyê Sêmalka ji hêla PDK'ê û Mesût Barzanî ve hatiye girtin û gotin, dixwazin bi ambargoyê Rojava tengav bikin. Heyetê her wiha got, ew ê nîşan bikin ku tu zext dê nekaribe vîna gel bişkîne.
Çalakî piştî daxuyaniya heyetê ji ber deriyê Sêmalka veqetiyan.
(fe/cc/rc)