Xwişka Mazlum Dogan: Em kurd hene, dixwazin bi hev re bijîn

17:29

JINHA

STENBOL - Meclîsa Dayikên Aştiyê, di hefteya 25'emîn de jî, ji bo azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û muzakereyan li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn û xwestin mutabaqat bên destpêkirin.

Meclîsa Dayikên Aştiyê ya Stenbolê bi boneya azadiya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û mutabaqata Dolmabahçeyê ji nûve dest pê bike di hefteya 25'emîn de jî li ber Qesra Dolmabahçeyê kom bûn û daxwazên xwe anin ziman. Dayikan di çalakiyê de pankartên bi kurdî û tirkî yên wek "Dê dayik destûrê nadin şer" û "Em dixwazin maseya li Dolmabahçe hat rakirin ji nûve bê avakirin", "Em dayik in, kurd in, tirk in, laz in, çerkez in, ereb in lê em dayik in" vekirin. Welatiyên li derdorê jî bi çepikan piştgiriya dayikan kirin.

Dayika Aştiyê û xwişka Mazlum Dogan Serap Mûtlû Dogan diyar kir ku bi salane bi hemû dijwariya xwe şer didome û got di şer de zarokên feqîran jiyana xwe ji dest didin û got, "Yê ku dimire kî dibe, zimanê wan, dînê wan çi dibe bila bibe em wek dayikên aştiyê ji ber alîgirên aştiyê ne her hefte li vir rûdinên." Serap anî ziman ku ji bo êdî tu kes nemire mase li Dolmabahçeyê hatibû avakirin, lê Serokomar Erdogan bo vê sadiq nebû û wiha axivî, "Em dixwazin heman mase dubare bê avakirin û dubare muzakere dest pê bikin. Çimkî em dayik in. Em naxwazin zarokên me bimirin. Ji bo êdî kesek di vî şerî de nemire, mirov hê mexdûrtir nebin em li vir in."

'Em kurd hene, wekheviyê dixwazin'

Serap êrîşên hêzên dewletê yên bin navê derketina kolanan de bi bîr xist û wiha axivî, "Malên kurdan bi ser wan de tên rûxandin. Tank, top û tufenga wan heye lê em kurd jî li ber xwe didin. Ger em heta vê derê hatibin, êdî bi dê koletiyê qebûl nekin. Me tune dihesibînin lê em dibêjin 'Em kurd hene, wekheviyê dixwazin. Em dibêiin bila şer nebe, zarokên me nemirin'."

'Divê tecrîda li Îmraliyê bi dawî bibe'

Serap bal kişand tecrîda li ser Rêberê PKK'ê Abdûllah Ocalan û got, heta ku tecrîd bi dawî nebe, dê aştî neyê.

Dayika Aştiyê Emîne Unal jî li hemberî tecrîda li ser Ocalan bertekên xwe dan der û wiha axivî, "Heta ku neçin cem Rêberê me ji xwe dê aştî pêk neyê. Aştî dê bi îmraliyê re pêk bê. Heta ku aştî pêk bê em dê li vir bin."

(zt)