Di morgta Şirnexê de cenaze xira dibin
17:53
JINHA
ŞIRNEX – Cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN’ê ku di êrîşên qirkirinê yên hêzên dewletê ya li hemberê Şirnexê de jiyana xwe ji dest dayîn û di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên rawestandin êdî dirizin.
Li Şirnexê cenazeyên endamên YPS û YPS-JIN’ê ku di êrîşên qirkirinê ya hêzên dewletê de jiyana xwe ji dest dayî, ji 14’ê Adar’ê ve di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de tên rawestandin. Malbatên cenazeyên ku nasnameyên wan ji aliyê Koordînasyona Giştî ya YPS’ê ve hatî aşkere kirin, ji bo teşhîs kirina cenazeyan çûne nexweşxaneyê dan zanîn ku amurên cemidandinê yên morgê naxebitin. Malbatên ku çûne nexweşxaneyê diyar kirin ku cenazeyên di morgê de xera bûne û kirim ketinê. Ji ber xerabûne cenaze nayên naskirin û malbatên ku ji bo teşhîs kirinê çûne nexweşxaneyê jî nikarin cenazeyên xwe teşhîs bikin.
Di morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê de 9 mêr û yek jin bi giştî 10 cenaze tên rawestandin. Lê li gorî agahiyên malbatên ku ji bo teşhîs kirina cenazeyan çûyî nexweşxaneyê dan zanîn ku 6 cenaze di morgê de tên rawestandin.
(kom/zt)