Komîteya Rêveberina Dibistanan amadekariya ezmûnan dikin

09:13

Sorgûl Şêxo/JINHA

TIL TEMIR- Komîteya Rêvebirina Dibistanên bajarê Til Temir amadekariya ezmûnên 10.000 xwendekaran dikin.

Komîteya Rêvebirina dibistanan (KRD) bi nêzîkbûna ezmûnan re, amadekariyên xwe li bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê dan destpêkirin. Dê 10.000 xwendekar ên li dibistanên gund û bajêr dixwînin beşdarî ezmûnan bibin. Endama komîteyê Rehma Îbrahîm ji xwendekaran re niha de serkeftin xwest û wiha got ew ê 4'ê Gulanê dest bi ezmûnan bikin.

'Komîte li ber tevahî dibistanan berpirsyare'

Rehîme diyar kir ku her dibistanek xwedî komîteyekiye û got ew ê tev wek nûner tevlî Komîteya Rêveberina Dibistanên bajêr bibin. Rehîme destnîşan kir ku komîte li ber tevahî dibistanan berpirsyare û wiha got, "Komîte berpirsyare ku ezmûnan amade bike, dibistanan bişopîne û tevahiya pêwîstiyên ezmûnan bi cih bîne. Komîteya Rêvebirina Dibsitanan ser bi Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Kantonê ve girêdayî xebatê xwe bi rêve dibe."

'Armanc avakirina bingeha civaka exlaqî û polîtîke'

Rehîme di serî de Komîteya Rêvebirina Dibistenan da nasîn û wiha got, "Armanca komîteyê di çarçoveya felsefeya Netewa Demokratîk de, ango li ser bingeha civaka exlaqî û polîtîk xwendekaran perwerde bike. Lewma em hewl didin ku pergala perwerdeyê ji zayendparêzî, desthilatdarî, nîjadperestî û qirkirina ekolojiyê dûr bixin. Em hewl didin kesayetan bikin xwedî vîneke azad û armanceke rast. Kar û xebatên me li ser vê bingehê dimeşe" Rehîme qala erkên ku Komîteya Rêvebiriya Dibistanan hildaye ser milê xwe û wiha domkir, "Komîteya me bi komîteyên dibistanan re di nav danûstendineke rojane de ne. Bi taybet jî em perwerdeyan dişopînin û bi alîkariya mamosteyan ezmûnan amade dikin."

Rehîme destnîşan kir ku wek komîte dest bi xebatek berfireh kirine û wiha pêde çû, "Komîteya Rêvebirina Dibistanan van rojan amadekariya ezmûnan dikin. Ji ber vê yeke, kareke pir berfireh daye destpêkirin. Em di ezmûnan de girîngî didin ku xwendekar bikaribin li ser esasê şîrovekirin, ponijîn, lêkolîn û nirxandinê bersivan bidin. Ango pirsên me bersivên jiberkirî naxwaze. Lewma amadekariyeke baş ji me tê xwestin." Di dawiyê de jî Rehîme da zanîn ku ezmûn wê di 4'ê Gulanê de despêbike û got ji niha ve ji tevahî xwendekaran re serkeftinê dixwaze.

(ts/rc)