Şaredariya Dirbêsiyê giranî dide projeyên xweser a jinan
09:14
Şînda Ebdulah/JINHA
DIRBÊSIYÊ - Şaredariya bajarê Dirbêsiyê bi projeyên xweser ji bo jinan derbasî demsala havînê dibe.
Şaredariya Bajarê Dirbêsiyê a Kantona Cizîra Rojava amedekariyên pêşxistina projeyên xweser ji bo jinan dike. Şaredariya ku bi hatina demsala havînê re amedekariya qursa ajokariyê û vekirina bazarê jinan a taybet dike, qadên jiyanê ji bo jinan berfireh dike. Têkîldarê projeyê de Hevşaredara Gel a bajarê Dirbêsiyê Mûne Dawûd agahî da û diyar kir ku ew dixwazin jin li her qadê jiyanê aktîf bikin.
'Jin dê bazarê bi rêve bibin û tê de bixebitin'
Mûne qala projeyên ku şaredariyê bi taybet ji bo jinan pêşxistiye kir û wiha got, "Di serî de yekemîn projeya me ew e ku qursên ajokariyê taybet bi jinan vekirine. Di qursê de dê jin fêrî ajotina wesayîtan bibin. Jin dê li gerajê bajêr li servîsa ku hatiye diyar kirin navên xwe binivîsin û herî dawî piştî ku ezmûna ajokariyê girtin dê bawernameya xwe wergirin."Mûna diyar kir ku duyemîn projeya şaredariyê ji bo jinan vekirina bazareke xwesere û wiha pêde çû, "Ev bazar dê bibe cihê karê jinan. Dê jin bazarê birêve bibin û tenê dê jin tê de kar bikin. Di vê bazarê de dê her tişta ku ji bo jiyanê pêwîst be were firotin."
'Jin wê di qadê aborî û jiyanî de bi serbikeve'
Mûne da zanîn ku ew dixwazin di nava tevahî qadên jiyanê de rengê jin bidin derê û wiha dirêjî da gotina xwe, "Armanca me ji van projan ew e ku jin bi awayeke xweser kar bikine. Çawa di şoreşa Rojava jin bi sekin û berxwedana xwe nîşan kir ku dikare her tiştî bike, di qadên aborî û jiyanî de jî dê jin bi keda xwe berfirehtir cih bigire. Em hêvîdarin ku her jinek bikaribe di qada civakî de cih bigire. Bi taybet li bajarê Dirbêsiyê em dixwazin jin hem di bazarê de hem jî di aliyê ajokariyê de ciheke aktîf bigire."
(en/rc)