Ji Behra Reş çîrokên Meryemê

09:15

Ozgu Ozutok/JINHA

ÎZMÎR -Pîrtûka çîrokan ya Meryem Gulbudak ya bi navê "Min Behra Reş de veşêre" (Karadenîzde Sakla Benî) ji weşanxaneya Nîviskarên Jin derket. Nivîskar Meryem çirokên hemû jinên Behra reş ên kedkar, berxwedêr û yên rastî binpêkirina mafan tên di pirtûka xwe nîşan daye.

Meryem Gulbudak di sala 1955 de li navçeya Hezavaya Samsunê ji dayik dibe. Malbata Meryem ku derfetên wan tune zarokên xwe bidin xwendin ligel Meryemê 4 zarokên xwe di xwendingeha şevborî de didin xwendin. Meryem di 18'e saliya xwe de dibe mamoste û 2 sal li gundan mamostetiyê dike. Meryem heya ku teqawît dibe hemû jiyana xwe ji bo perwerdehiya zarok û ciwanan ya bi ziman û wêjeya tirkî derbas dike. Meryem dema mamostetiyê dike dest bi nîvisê jî dike. Gelek nîvîsên Meryem di rojname û kovarên wek Kuzeysu û Tarsakanê de hatine weşandin û Meryem di heman demê de wênezasiyê jî kiriye.

'Min çîroka jinên berxwedêr ên Behra reş vegot'

Meryem hemû çavderiyên xwe yên li ser jinên erdnîgariya ku jê dayîk bû û lê mezin bûye di pirtûka bi navê "Min Behra Reş de veşêre" ( Karadeniz Sakla Beni) de nîvise. Di pirtûkê de mijara têkoşîn, ked, têkîliya jinê ya bi xweza û ekolojiyê yek bi yek digre dest û li gorî usluba xwe qala çanda civaka Behra Reş dike. Meryem li Îzmîrê di Komeleya Nîviskarên Jin de dersa wêjeyê didin hevalbendên xwe yên jin. Meryem anî ziman ku di pirtûka xwe de qala çîrok û berxwedana jinên Behra Reş kiriye.

'Zimanê desthilatdariyê jinê bêqimet dike'

Meryem destnîşan dike ku nivîsên bi zimanê mêr tên nîvisandin jinê bêqimet dike û wiha axivî: "Ez di nîvisên xwe de gotinên nexweş û dijuyan nabêjim. Ji ber ku dîjûn tev ji bo jinê tacîz û tecawîz e. Gotinên pêşiyan jî bi zimanê mêr teşe girtiye. Bivê zimanê jin bêqimet tê hiştin. Divê di wêjeyê de ev ziman neyê bikar anîn."

'Ez hevpariyê diparêzim'

Meryema ku di pirtûkên xwe de qala hemû çand, bawerî û nirxên civakan dike gotinên xwe wiha berdewam kir: "Ez hevpariyê diparêzim. Li Tirkiyê ne tenê tirk dijîn. Gelek civakên ku bawerî, çand, ziman û nasnameyên cuda hene jî dijîn. Divê em farkê nexin nava xwe û vê mirateya dewlemend bi her awayî bidin jiyandin. Ev dewlemendî di tu welatê de tune ye."

'Li kuderê talankirin hebe jiyana jinê cardin tê jiyandin'

Meryem di dawiyê li ser ked û têkoşîna jinê rawestiya û axaftina xwe wiha bi dawî kir: "Li ku der talan kirin hebe li wir cardin jiyana jinê teşe digire û jin cardin tê jiyandin. Li bakûrê Kurdistanê jin di hedefa şerê qirêj dene. Lê jin çi dike cardin bi têkoşîn û berxwedenê wate dide jiyanê."

(ho/rc)