Jinên Seyhanê piştgiriya bi Sur Cizîr û Silopî re dan despêkirin
09:17
Filiz Zeyrek/JINHA
EDENE - Jinên Seyhanê ji bo piştgiriya welatiyên bajarên Kurdistanê Cizîr, Sur û Silopiyayê helmeta piştevaniyê dan despêkirin. Jinan bi perê ku komkirin ji zarokên Cizîr, Sur û Silopî re cil kirin û gotin: "Îro roja li ba hev bûnê ye, bila hemu kes piştgiriyê bidin helme ku me daye destpekirin."
Ji bo bajarên Kurdistanê yên bi destê dewletê hatin xira kirin bi peşêngiya Kongreya Jinên Azad (KJA) helmeta piştevaniyê hat despêkirin. Li taxa Dagliogluya navçeya Seyhana Edenê jinan piştgirî dan helmetê. Jinan ji zarokên Cizîr, Sur û Silopî cil amede kirin. Muazzez Seçkîn (40) a ku ji dan û sitandina xwe kem kir piştgirî dan helmetê û got ku ew ê ji van kirina re bêdeng nemin in û ji destê kê çi tê bila piştgirî bidin.
'Bila xebata me bîbe mînak'
Muazzeza ku dibêje "roj roja yekitiyê ye" qala girîngiya xebatên ku tevî 3'ê hevalên xwe pêk tîne kir. Muazzez destnîşan kir ku di pêvajoya şer de herî zêde zarok tên mexdur kirin û wiha pêde çû: "Li Cizîr, Sur û Silopî zarokên di nava kolanan de tên qatilkirin û tên maxdur kirin, ne dadmend ku zarokên me li vir di nava dilrehetiyê de bijîn. Di nava şer de herî zêde zarok tên maxdur kirin. Ez wek dayîkek na xwazim ji van bê edaletiyan re bêdeng bimîn im. Min xwest ku hinek alîkariya min jî bigihi je wan zarokan. Dibe ku xebatên me ne bes bin lê me xwest ev helmet bibe mînak. Ev peywira me hemu ya ne."
'Divê em bi gelê xwe re di nava piştgiriyê de bin'
Yek ji wan jinan Hamdiye Işik (40) got ku divê hemû jin piştgirî bibin xebata wan û wiha berdewam kir: "Di dema şer de gel tên maxdur kirin. Şerê dewltê gel perişan dike. Bi rojane hêzên dewletê bi tang û topan êrîşî mala gel kirin. Vî şerî deruniya hemu kesî xira kir. Divê wateyê de gelek kar dikeve ser milê me. Divê em piştgiriya helmetê mezintir bikin û hemû pêdiviyên gel bi kar bîn in.
'Em ê bi hevkariya xwe vê pevjoyê derbas bikin'
Mevlîde Çetînkaya (44) a dayîka 6 zarokan e bilêv kir ku heya ew ji zarokên Kurdistanê re tiştek nekire ew ê tiştek ji zarokên xwe re nestene û wiha dom kir: "Rojên derbasbûyî li bajarên Tirkiyê 23 Nîsanê cejna zarokan hat pîroz kirin. Ji bo zarokên kurdan ti wateya cejna 23'ê Nîsanê nîn e. Zarokên me di jerzêmînan de birçî û bê av hiştin. Em ê bi hevkariya xwe vê pêvajoyê derbas bikin."
(dt/zt)