Jinên Kobanê:Li ser kevirê warê xwe jiyan kirin, çêtire ji xerîbiyê

09:26

Hatîce Kaya/JINHA

WAN - Jinên Kobanê ên ku ji ber dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê neçar man dev ji cih û warê xwe berdin û li konbajarên Wanê bi cih bibin, diyar kirin ku ew kelecana vegera axê xwe dijîn û gotin, "Li ser kevirê warê xwe jiyan kirin, çêtire ji xerîbiyê."

Bi despêkirina Şoreşa Rojavayê Kurdistanê re, êrîşê çeteyên DAIŞ'ê bê navber li hember kantonên Rojava pêk hat. Yek ji Kantonên Rojava Kantona Kobanê ye ku bi berxwedanê xwe li hember dagirkeriyê çeteyên DAIŞ'ê navê xwe li dîrokê neqişand û bû çavkaniyê jiyanê ji tevahî cîhanê re. Malbatên ku neçar man ji ber êrîşê qirkirinê berê xwe bidin Bakûrê Kurdistanê li cihên cuda têkoşîna jiyanê didin. Gelek malbatên Kobanî ji aliyê şaredariyê ve li Konbajaran hatin bi cih kirin. Piştî ku Kobanê ji aliyê hêzên YPJ/YPG'ê ve hat rizgar kirin, gelek malbat berê xwe dan warê xwe. Bi rizgarbûna bajêr re xebatên ji nû ve avakirinê jî destpêkir û welatiyên ku hê jî venegeriyane Kobanê di wê hêviyê de ne rojek zûtir vegerin ser axa xwe. Li Wanê jî ji 32 malbatên ku di kombajaran de dijiyan niha tenê 4 malbatên ji Kobanê mane ku ew jî çavên wan li Kobanê ye û amadekariya vegerê dikin.

'Li ser kevirê warê xwe jiyan kirin, çêtire ji xerîbiyê'

Halîme Zîto (44) a ku bi gel malbata xwe nêzîkê dû sal berê ji ber êrîşê çeteyên DAIŞ'ê neçar mabûn koçbikin û hatin Wanê, diyar kir ku ew bi ji nûve înşakirina Kobanê gelek kêfxweşe û wiha got, "Hêvî û armanca me ew e ku em azad û keyfxweş biçin li ser axa xwe û jiyana xwe li vir derbas bikin." Halîme da zanîn ku ew bi kelecaneke mezin li benda çûyina Kobanê ye û bilêvkir ku dema ji aliyê aboriyê ve amadekariyên xwe bikin dê berê xwe bidin warê xwe. Halîme ji bo jiyana xeribiyê xem û derdên xwe jî anî ser ziman û wiha pê de çû: "Kobanê gelek xweş bû. Hebûna me Kobanê ye. Me li Kobanê çanda xwe û hebûna xwe nas kir û em hêvîdar in ku dîsa dê mîna berê be û em ê biçin li ser axa xwe. Ez ê li ser kevirên xwe bijîm, ji xeribîyê çêtir e."

'Em şehîdên xwe ji bîr nakin'

Helîme di berdewamiya axaftina xwe de balê kişand ser berxwedana Kobanê û wiha axivî: "DAIŞ'ê gelek welatiyên me, ciwanên me şehîd xistin û şervanên me jî ji bo axa xwe heya dawiyê li berxwedan. Kobanê rizgar kirin. Em şehîdên xwe ji bîr nakin, hemû ciwan bûn, bûk û zavayên me hebûn, ji bo axa xwe xwîna xwe rijandin. Me wê demê zanî axa me ye û em kurd hene."

'Hêvîya me bû serkeftina me'

Xanim Şemsiye (32) jî nêzî salakê berê koçber bûye û li gel zarokên xwe hatiye li Wanê bi cih bûye. Xanim jî anî ziman ku ew dûrî Kobanê xeribiyê dikşînin û dixwazin di demek kurt de vegerin welatê xwe. Xanim jî got ku ew berxwedêrên Kobanê yên ji bo azadiyê xwîna xwe rijandine ji bîr nakin û wiha pêde çû: "Me her tim hêvî di dilê xwe de digirt û ew hêvî ji bo me bû serkeftin. Em ê xwe amade bikin û vegerin ser axa xwe. Welat hebûn e. Malên me hatin xerakirin em wan jî bo xwe nakin pirsgirêk em ê dîsa avabikin. Li tu derê sebra me nayê, welatê mirov cûda ye."

'Em ê jî vegerin'

Yek ji jinên ku ji ber çeteyên DAIŞ'ê ligel malbata xwe hatiye Wanê jî Xalîde Îsmaîla 28 salî ye. Xalîde jî xeribîya welatê xwe û hêstên xwe yên li ser axa xwe anî ziman û wiha got: "Dema ku Kobanê rizgar bû me got em ê biçin lê pirsgirêka sînor derket. Hevjînê min çû Kobanê û got 'mala me tev xera bûye.' Xem nake mala me xera bûye. Welatê me ji destê dijmin derket ew bes e. Em ê destê xwe bidin hev û malên xwe ji nû ve ava bikin." Xalîde jî di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku ew ê vegerin ser axa xwe li wir jiyana xwe berdewam bikin."

(rc)