Em hişmendiya we dinasin: JINHA weke 'hun dizanin' dê nebe

11:02

JINHA

ŞIRNEX - Li Şirnexa ku 45 rojin lê operasonên qirkirina siyasî berdewam dike, timên taybet mala nûçegihana me Aysel Işik îşkal kirin û li ser dîwaran gotinên weke : "Her tişt weke hun dizanin nîne JINHA, ev der Tirkiye ye" nivîsandin û agir berdan hemû kin û pirtûkên wê yên di malê debûn.

Li hember êrîşên qirkirina nijadiya di 14'ê Adarê de li Şirnexê bi navê "qedexeya derketina kolanan" despêkirî berxwedana rêveberiya xwecihî berdewam dike. Yek ji malên ji aliyê hêzên dewletê ve hatî îşkalkirin jî mala Nûçegihana JINHA yê Aysel Işik a li Taxa Gundogdu ya ji derveyî taxên rêveberiya xwecihîbû ye.

Hêzên taybet li ser dîwarê mala ku îşkal kirin û bi rojan têdemayî nivîsên weke; "Her tişt weke hun dizanin nîne JINHA, ev der Tirkiye ye." Di malê de pitûka siyasetmendara kurd a li Parisê hatî qetilkirin Sakine Cansiz a binavê "Jiyana min her dem şerbû" li gel kincên Aysel û hevalên wê şewidandine.

Xwediyê malê di derbarê ketina hêzên taybet a hindirê malê, bi rojan têdemayîna wan, şewitandina pirtûk û kincên Aysel û hevalên wê de agahî da. Her wiha di mala îşkalkirî de ser dîwaran gotinên weke "Ev der hucreya JINHA yê ye." Hat zanîn ku hêzên dewletê pirsa Aysel a ku li Şirnexê nûçegihaniyê deke jî kirine.

Bersiva JINHA yê li hember nivîsên ser dîwaran

Ajansa Nûçeyan a Jinan (JINHA) di sala 2012'an de li hemberî zimanê serdest, zayendî û nijadperestî weke alternatîf ji aliyê rojnamegerên jinên ve hat avakirin. Ya ku we navê wê li ser dîwaran nivîsiye li gorî zaronên Tirkiyê hatiye vekirin. Di cîhanê de weke yekem û tekane ajansa jinan em serbilindin. Me bi gotina 'Mêr çî dibêje bêyî em bifikirin dinivîsin' despêkir. Ji biyolojîk zêdetir em li hemberî hişmendiya deshilatiya mêranin. Bêyî ku em bifikirin hişmendiya mêran a xwe bisazî kirî dewlet û beşên girêdayî wê çî dibêjin emê nivîsê berdewam bikin. Yê hun hîn dibin û yên em dizanin ne heman tiştin. Emê li hemberî hişmendiya we ya deshilat, zayendperest û nijadperest nivîsînê berdewam bikin. Ji bo wê em dibêjin em hişmendiya we nas dikin, dê JINHA weke hun dizanin nebe.

(kom/zt)