Nivîskara Fînlandî tê dersînor kirin

12:02

JINHA

WAN – Nivîskara Fînlandî Taîna Nîemala ya ku duh êvarê hate binçavkirin, ji bo were dersînor kirin şandin navenda paş ve şandinê.

Nivîskara Fînlandî Taîna Nîemala ya ku li Wanê dijî, duh di saetên êvarê de hate binçavkirin. Taîna ku bi îdiaya "Karên sixûriyê kiriye" û "Li ser navê PKK/KCK'ê çalakiyan kirine" hate binçavkirin piştî karên li emniyetê sewqî dozgeriyê hate kirin. Dozgerî piştî îfadeyê biryara dersînorkirina Taîna da. Taîna ji bo were dersînorkirin şandin navenda paş ve şandinê ya Wanê.

Ji meha Îlonê heya niha 7 rojnamegerên ji welatên Ewropayê û Rûsyayê bi heman aweyî ji Tirkiyeyê hatin dersînor kirin.

(rc)