Hevseroka DBP'a Tûşbayê Harîka Ûyar hat binçavkirin

12:08

JINHA

WAN - Li Wanê polîsan bi ser avahiya DBP'ê ya Tûşbayê û mala ku Hevseroka DBP'a Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin lê mêvan bû de girtin. Di serdegirtinê de Harîka hat binçavkirin.

Li Wanê polîsan bi awayekî hemwext bi ser avahiya DBP'ê ya Tûşbayê û mala Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin lê mêvan bû de girtin. Di dema serdegrtinê de polîsan dest danîn ser gelek belge û dokumanan. Hevseroka DBP'ê ya Tûşbayê Harîka Ûyar Aydin jî bi îdiaya "Têkiliya wê bi rêxistinê re heye û dokumanên rêxistinî vediguhezîne" hat binçavkirin.

Di dema serdegirtinê de polîsan deriyê avahiya navçeyê şikandin û ketin hundir. Kamerayên avahiyê ji aliyê polîsan ve tên raçavkirin.

Lêgerîna li avahiya navçeyê didome.

(rc)