Hatûna ku wesayîtê zirxî ew pelçiqandî, hat definkirin
12:16
JINHA
AMED - Hatûn Elhamana 76 salî ya duh li Kolana Gevranê ya Amedê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsan de ma, hat definkirin.
Hatûn Elhamana 76 salî ya ku duh li Kolana Gevrana Yenîşehîra Amedê dema xwest derbasî wî aliyê rê bibe di bin wesayîta zirxî ya polîsan de ma, hat definkirin. Cenazeyê Hatûna ji Çewlîgê duh piştî bûyerê şandin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Selehaddîn Eyyûbî, li nexweşxaneyê piştî karên otopsiyê cenaze ji aliyê malbatê hat wergirtin.
Cenazeyê anîn Goristana Yenîkoyê, piştî wecîbeyên olî hat definkirin.
Ji bo Hatûnê konê şînê li Mala Şînê ya Yamaçlilara hat vedan.
(rc)