Jinên Şirnexê ji gir de li bîranên xwe yên tinebûyî dinêrin
12:41
JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê di konê ku li zozanan vekirine jiyana xwe berdwam dikin. Jinên di konan de dijîn ji girê li pêşberî Şirnexê hilweşandina bajêr kelî bi kêlî temaşê dikin.
Şirnex a ku dewlet bi konsepta qirqirinê gel bi zorê ji navê goçber dikin. Welatiyan jî li hember êrîşên wan axa xwe ne terikandin, li serê zozanên xwe kon vedane û di wan konan de dijîn. Welatiyên ku li zozanan di bin konan de dijîn her roj kêlî bi kêlî dibin şahidê xira kirina Şirnexê. Jinên ku her roj ji ser gir li Şirnexê meyze dikin her yek ji wan jî xwediyê çîrokek cuda ye. Her jinek ku em bi wan re axivîn ji bo zarokên li kolanan man rondik di barîn in. Yek ji wan jinên ku diçe serê gir li Şirnexê meyze dike û serî li hember dewletê netewandiye, dayîka şervanê YPS'ê Mehmet Saît Kulteri Sarya Kulter e. Dayîk Sarya hem li Şirnexê dinêr û hem jî dibêje: "Her zarokek ên ku li kolanan dîrok nivîsîn zarokên min in."
'Zarokên min bûn şahidê îşkenca bavê xwe'
Sarya wiha qala salên 90'an kir; "Zarokên min bûn şahidê îşkenca li bavê wan hatî kirin û serî li hember zilmê rakirin. Di salên 90'an de dewlet em hemî dibin îşkencan de derbas kirin. Leşker bi zorê diketin malên me û di gotin; 'Ji mere xwarin amede bikin.' Rojekê bi ser mala me de girtin û hevjinê min xistin binçavan. Du rojan li ser hev îskence lê kirin û paşê anîn malê. Me gelek êş kişand, zarokên min bûn şahidê îşkenca li bavê wan hatî kirin. Kurê min jî serî li hember zilmê netewand, li hember zilm ser axa xwe şer kir. Kurê min ji bo van armancan şehîd ket."
'Em ê jiyana xwe ava bikin'
Dayîka Sarya diyar kir ku sal derbas bûn lê navnîşana zilmê nehat guhertin û wiha dom kir: "Bê çawa em bi zorê ji gundê me derxistin, dixwazin ji Şirnex jî me bi heman zilmê derxin. Lê em naxwazin ji ax û zarokên xwe dur bijîn. Ji bo wê me li zozana kon vedan. Em her roj dibin şahidê xirakirina Şirnexê. Carnan ez dibêm ma di salên 90'an de jî heman tişt ne kirin? Çima me dev ji axa xwe berneda. Bila xira bikin çiqas ew xira bikin em ê ava bikin. Li ser vê axê zarokên me şehîd ketin. Em ê çawa li pişt xwe ne meyze nin û biçin. Em dîsa bi hevkariya hev bajarê xwe ava bikin.
'Her topek dema tavêjin kezeba min parçe dike'
Sarya bi kuranî li Şirnexê nêrî, û got: "Her topek dema tavêjin Şirnexê kezeba min parçe dikin. Berî niha bi heftan min 2 zarokên xwe yên cîwan dan axê. Bi hezaran wek zarokên min li ser vê axa Şirnexê şehîd ketin. Gava deqexe li Şirnexê bi dawî bû em ê vegerin ser mala xwe. Lê ez nizanim dibe ku dewletê hemû malên me xira kiribikin. Ez her roj ji ser vî girî li Şirnexê di meyzenim û her topa ku lêdikeve weke ku kezeba min parçe dike. Em ê ji înada dijmin bajarê ku xira bûyî bi konan ava bikin."
(dt/zt)