Şaredariya Artemêtan têkîldarê 'Tenduristiya Jin' semîner da

13:35

JINHA

WAN - Şaredariya Artemêtan têkîldarê 'Tenduristiya Jin' de semîner da jinan.

Li atolya merşa ya li taxa Çiçekliyê bi pêşengiya Miduryeta Polîtîqaya Jinan a Şaredariya Ertemêtan ya Wanê, têkîldarê 'Tenduristiya Jin' semîner hat dayîn. Semînera ji aliyê Miduryeta Şaxa Xizmetên li Malê Lêniherîn a giredayî Daîra Serokatiya Tenduristi Şaredariye Bajare Mezin a Wanê Çigdem Altunoglu hat dayîn. Jinan eleqayek mezin nîşanî semînerê dan û Miduryeta Polîtîqayê Jinan a Şaredariya Artemêtan ê Sabriye Kanat axift û got ku armanca wan ronîkirina jinan di warê tenduristiyê de ye.

Piştî wê Çigdem Altunoglu diyar kir ku dibe berî jin ducanî bibin, divê jin teşîsa nexweşiyên wek pençeşêra memikan û rahîmê pêk bînin û agahiya parastinê ji nexweşiyan bi jinan re parvekir.

(dt/rc)