KJA ji bo gelê Sûrê kermes li dar xist

14:21

JINHA

AMED - KJA'yê li Kolana Sanat û Orman Parkê bi armanca piştgiriyê gelê Sûrê kermes li dar xist.

Kongreya Jinên Azad (KJA) li Kolana Sanat a Yenîşehîrê û li Parka Ormanê ya Peyasê bi armanca piştgiriya gelê Sûrê kermes li dar xist. Kermesa ku li Kolana Sanat û Parka Ormanê pêk hatî, rastî eleqeyek mezin ji aliyê welatiyan ve hat. Jinên ku kermesê li dar xistin gotin, "Ji bo em piştgirî bidin Sûrê em hatin vir. Ji bo piştgiriya gelê Sûrê me xwerin û vexwerinên xwe li malê amede kir û em hatin. Heya ji destê me tê em ê pêwîstiyên gelê Sûrê pêk bînin."

Kermes wê sibê li Parka Koşuyoluyê bê li dar xistin.

(dt/rc)