Jin 100 hezar gulên demkî hilberandin
14:32
JINHA
AMED - Li seraya Şaredariya Peyasê 100 hezar gulên demî ji alî jinan ve hatin hilberandin. Li serayê bi hilberînê re şaredarî êdî gulan li derve nema distîne û van gulan li parkên navçeya Peyasê diçînin.
Şaredariya Peyasê yê Amedê bi hatina biharê re ji bo li parkan dest bi hilberîna gulan kir. Li seraya Şaredariya Peyasê 100 hezar gulên demî ji alî jinan ve hatin çandin. Di heman demê de ji bo li parkan bikar bînin li serayê 20 hezar toximê daran û 10 hezar jî serçil hatin çandin. Van dar û gulên ku tên afirandin dê li 40 parkên kevin û yên nû tên çêkirin bikar bînin. Ev 3'ê salan e ku şaredarî di hilberîna vî karî de dixebite, li derve nema gul û daran êdî distîne û lêçûna li parkan bi vî awayî nêvî nêvî dibe.
(rc)