Ji bo piştevaniya bajarên hatîn xirakirin kermes
16:09
JINHA
ÊLIH - Li Êlihê kermes hat vekirin, aboriya ku ji kermesan bê bidestxistin dê ji bo bajarên di êrîşên hêzên dewletê de hatîn xirakirin bên şandin.
Ji bo bajarê ku ji aliyê hêzên dewletê ve hatin xira kirin li Êlihê kermes hat vekirin. Kermesa ku dê li ber deriyê Sinema ya Yilmaz Guney 3 roj berdewam bike de îro bi pêşengiya KJA, Dayîkên Aştiyê û berdevkên hevserokên meclîsên taxan despêkir. Bi konên kermesê ve panqartên "ji bo piştgiriya Sur, Cizîr û Nisêbînê em hemu gel vedxwinîn kermesê" hat daleqandin. Kermesa ku heya êvarî dê dom bike de jin xwarinê li malê amade dikin û tînin ê.
'Armaca me ji bo piştgiriya bajarên hatin xira kirine'
Di vekirina kermesê de Berdevka KJA yê Songul Korkmaz diyar kir ku ee li benda piştgiriya gele Êlihê ne û wiha dom kir: "Em wehşeta ku li ser Cizîr, Sur, Silopî, Nisêbîn û Gever hatî kirin şermezar dikin. Armanca me ew e ku em piştgiriyê bidin gelê xwe yê ku bi destê dewletê malên wan hatin xira kirin. Em spas dikin ji bo gelê xwe yê ku piştgirî dan kermesê. Li bajarên ku dorpêç heyî pewistiyên zarok û jinan hen e. Ji bo em piçek jî be pewistiyên gelê xwe pêk bînin ev kermes hat vekirin."
(dt/zt)