Jinên Til Temir êrîşên hember bedena jin şermezar kir
09:00
Ronîda Hacî /JINHA
TIL TEMIR - Endamên Rêvebirên PYD'ê a bajarê Til Temir Hemdiye Hesen û Gulîstan Xelef êrîşê hikûmeta AKP'ê û artêşa Tirkiyê yê li hember qadên xwerêveberiya Kurdistanê bi tundî şermezar kirin û balê kişandin ser berxwedana jinan.
Li ser fermanên Serokomar Recep Tayyîp Erdogan, li gelek bajarên Kurdistanê komkujî û binpêkirina mafê mirovahî pêk hat. Bi taybet di nava şer de hedefgirtina bedena jinan rastî nerazîbûna jinên Rojavayê Kurdistanê hat. Endamê Rêvebira Giştî ya PYD'ê a bajarê Til Temir a Kantona Cizîrê Hemdiye Hesen polîtîkayê qirkirinê ya hikûmeta AKP'ê şermezar kir û bal kişand ser polîtîkayên ku dijî bedena jin zêdetir bûne kir. Hemdiye got, "Ew siyasetên ku desthilatdar ji bo berjewendiyên xwe her cûre komkujiyan pêk tînin, êdî nayê pejirandin. Herî zêde jî zextan li jinan dikin. Lê ne civak civakên berê ne, ne jî jin jina berê ye. Jin êdî di her asta jiyanê de cih digire û bi îrade û rengê xwe tevlî dibe. Vê yekê ji xwe textê desthilatdariyê hejandiye."
'Êdî jina Kurd bûye xwedî hêz'
Hemdiye di nirxandina xwe de bandora felsefeya Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan a li ser têkoşîna azadiya jinê jî anî ziman û wiha domand, "Rêber Apo ji bo azadî û pêşketina jinê xebatek berfireh pêk anî. Êdî jina Kurd bûye xwedî hêz. Ev îradebûn civakê jî xurt dike. Dewlet çiqasî bi tang û topan bi ser me de were jî, em ê wek gelê Kurd yekbûna xwe xurtir bikin. Li Rojavayê Kurdistanê bi berxwedana jinê, şoreşa jinê pêş ket, em bi bawerin ku li Bakûrê Kurdistanê jî wê bi berxwedana jina Kurd serkeftinên mezin çêbin. Em ê dev ji gelê xwe yê berxwedêr bernedin û em ê piştgiriya wan bikin."
'Kurd cara yekeme ewqas nêzîk jiyana azad û serkeftinê bûne'
Endama Rêvebera PYD'ê Gulîstan Xelef jî da zanîn jin di nava civakê de roleke pir girîng heye û wiha nirxand, "Dixwazin bi komkujiyan moral, şewq û maneviyeta me hilweşînin. Divê bê zanîn ku Kurd cara yekeme ewqas nêzîk jiyana azad û serketinê bûye. Ji ber vê em ê ji tu bedelan tewîz nedin. Bi taybet ev êrîşên hovane wê nikaribin li hember têkoşîna gel bighêjin armancê. Herî zêde jî jin bi vîneke yekbûyî xwedî li têkoşîna xwe derdikeve."
'Hişyariya jinên Rojhilata Navîn wê bibe tamînea civakên azad'
Gulistan bi bîr xist ku jinên li Rojhilata Navîn ji azadiye re şiyar bûne û wiha pê de çû "Ev hişyarî wê bibe temînata civakên azad û demokratîk. Xwesteka gelan a azadiyê wê wek lehiyê bi ser tevahî qirejiyan ve biherike û paqij bike. Em ê heta dawî piştgiriyê bidin gelê Bakûr û em wek jinên Rojava serkeftinê ji hêzên YPS, YPS-JIN re dixwazin."
(gb/rc)