Jinên Zîlanê zîhniyeta dewletê ya gihîştiye vê rojê vegotin

09:04

Vîldan Atmaca/JINHA

WAN- Jinên di sala 1930'an de xizmên wan di Qetlîama Zîlanê de hatine qetilkirin pirsa ku wehşetên îro li "Roboskê, Şirnex, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê pêk tên, gelo tu cudahiya wan ji Qetlîama Zîlanê heye? kirin û diyar kirin ku zîhniyeta dewletê bi qetilkirina kurdan re xwe dide avakirin.

Li navçeya Erdîşê ya Wanê di 15'ê Tebaxa 1930'an de li Geliyê Zîlanê 15'ê hezar kurd hatin qetilkirin û bi dehan gund hatin valakirin, şewitandin û talankirin. Nêviyên kesên ku di Qetlîama Geliyê Zîlanê de hatine qetilkirin dan zanîn ku li herêmê zextên dewletê hê jî didome û her tim leşker bi ser gundên wan de digirin, heqaret li wan dikin. Jina bi navê Şahnaz Siyer anî ziman ku zilma berî çend salan li gelê Zîlanê dan jiyîn hê jî şopên qetlîamê winda nebûne û got ku gel Qetlîama Zîlanê ji bîr nekiriye.

'Hişmendiya ji Zîlanan heta niha neguheriye'

Şahinaz qetlîama ji mezinên xwe bihîstî wiha vegot: "Dewlet bi hinceta ziyaretê kalên me, xizmên me kom kir û zarok, jin, kal û pîr hemû qetil kirin. Mal û warên me şewitandin. Qetilkirina me têrî wan nekir şûnde kirgizan jî anîn li warê me bi cih kirin. Îro jî kirgiz lê dijîn em lêkolîn bikin hestiyên mirovan dê bên dîtin."

'Divê kurd li hemberî dijminê xwe tifaqa xwe bike yek'

Şahinaz dest nîşan kir ku li Geliyê Zîlan û gundên wê zilm û zextên dewletê berdewam dikin û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Leşker bi ser gundên me de digirin, heqaret li me dikin û dibêjin ku 'em ê yan we bikujin an jî bigirin'. Niha jî jin, zarok û pitikên 35 rojî qetil dikin. Wehşetên îro li "Roboskê, Şirnex, Sûr, Cizîr, Nisêbîn û Geverê pêk tên, gelo tu cudahiya wan ji Qetlîama Zîlanê heye?" Şahnaz bi lêv kir ku divê kurd tifaqa xwe bikin yek û got ku bi zîhniyeta tehemula wê ji kurdan re tune ye re ne mimkun e ku mirov pê re bijî.

'Dewleta DAIŞ'î heta dema me'

Jina bi navê Fatma Hezer jî yek ji jinên Geliyê Zîlanê ye ku qetlîama ji mezinên xwe bihîstî wiha axivî: "Beriya Qetlîama Geliyê Zîlanê leşkerek hatiye gundê me û ji hemû gundiyan re gotiye ku 'fermandar ji bo we bibîne hatiye'. Hemû gundiyan bi cil û bergên xwe yên xweşik li xwe kirine û çûne gel fermandar. Leşkeran gundî birine cihê bi navê Hasanabdal û Adageybiyê. Zikê jinên ducaniyan bi singuyê qelişandine. Leşkeran jinên ducanî ku qetilkirine, ketine îdiaya cigareyê ka pitik keç an kur in. Ev zîhniyet hê jî li ser bedenên jinan berdewam dike. Dewleta tirk dij mirovî tevdigere. Zîhniyeta DAIŞ'î ya wê demê jî berdewam dike."

'Aştî karê mirovên wêrek in'

Fatma xwest ku şer raweste û dîsa vegerin pêvajoya çareseriyê û dawî wiha li axaftina xwe anî: "Em dixwazin li vî welatî bi aram bijîn. Her çendî em her tim di qetlîaman re derbas dibin jî dîsa ji bo aştiyê em ê têbikoşin, şer karê newêrekan e, aştî jî karê mirovên wêrek in."

Piştî axaftinan Fatma û Şahinaz kilamên ku li ser Geliyê Zîlanê hatiye nivîsîn stirîn.

(fk/rc)