Li Kantona Efrînê amadekariyên 1'ê Gulanê

09:04

JINHA

EFRÎN - Li nava Kantona Efrînê xebatên Desteya Karê Civakî ya Kantona Efrînê ji bo 1'ê Gulanê Roja Kedkarên Cîhanê berdewam dike.

Desteya Karê Civakî ya Kantona Efrînê bi wesîleya 1'ê Gulanê daxuyaniya çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de bi dehan endamên Desteya, kedkarên Efrînê amade bûn. Endama Desteya Karê Civakî Zelûx Bekir daxuyanî xwend û got: "Roja 1'ê Gulanê wê bibe wesîleya yekîtiya kedkar û karkeran li hember kedxwarên ku îro pêşengiya sîstema kapîtalîst dikin. Her çend di sîstema desthilatdar de roja karkeran heye û rêxistinên wan çêdibin, lê belê bedelê keda wan nayê dayîn. Tu qîmet ji bo kedkaran nayê dayîn. Bi derketina Tevgera Azadiyê re nirxê keda kedkaran jî derkete pêş, wekhevî di nava karkeran de jî ava bû. Tevgera azadiyê li beramberî sîstema desthilatdar a kapîstalîst şer dike û têkoşîna kedê dide. Em vê rojê li karker û kedkaran pîroz dikin û hêvîdarin ev roj bibe roja wekheviya kedê."

Şandeyek ji Desteyên Karê Civakê, Desteya Jinê û Desteya Karê Derve ya Kantona Efrînê pêk hat çûn serdana dirungeha jinan û roja kedkarên cîhanê li wan pîroz kirin.

Xebatên Desteyên Karê Civakê di nava kantonê de berdewam dike.

(fr/cc/zt)