Rojnamegerên jin damezrandina RAJIN-Rojava nirxandin
10:03
Evîn Nejdet-Binevş Sarya/JINHA
QAMIŞLO - Bi boneyê 2. salvegera damezirandina RAJIN-Rojava, rojnamegerên jin diyar kirin ku ew li hember zimanê şîdet û qirkirinê têdikoşin û wiha gotin, " Ji bo ew feraseta ku bi zimanê şîdetê, bi pênûsa nêrtî di nava ragihandinê de rabe, pêwîst bû ku di şoreşê de bi aso û nêrîna jinê ragihandin xwe saz bike. Konferansa RAJIN biryara vê yekê dabû û dest bi xebatê kir."
Bi wesîleyê 2. salvegera damezrandina Ragihandina Jinên Azad a Rojavayê Kurdistanê (RAJIN-Rojava) ku di 30'ê Nîsana 2014'an de bi dirûşmeyê "Di xeta Gûrbetellî Ersoz de Ragihandina azad a jinê pêşbixin, civaka azad înşa bikin" pêk hatibû, rojnamegerên jin nirxandin kirin. Rojnamegerên jin diyar kirin ku avakirina RAJIN-Rojava pêngaveke dîrokiye û gotin, jin di qada raghandinê de têkoşînek mezin li hember zimanê desthilatdariyê dide.
'Pêwîstî bi nasnameya jinê di ragihandinê de jî bebû'
Endama komîteya RAJIN-Rojava û edîtora Asaoya Jinê Zinarîn Diyar jî wiha got: "Ji ber bandora neyînî ya rejîma Baasê çanda ragihandinê li Rojavayê Kurdistanê gelek pêşneketibû. Pîşeya ragihandinê nedidan pêş. Derfetên civakê yên aborî jî ji bo vê qadê kêm bû. Di nav pergaleke wiha de û her wiha civaka ku bandora zilamsalariyê li pêş bû, şert û mercên ku jin bi karê rojnamevaniyê re mijûl bibe nebû. Bi şoreşê re derfet li pêşiya jinê vebû. Jinê hêza xwe bêtir nasî. Di pêvajoya damezirandina RAJIN-Rojava de êrîşeke dijwar li beramberî Rojavayê Kurdistanê hatibû destpêkirin. Jin di nava berxwedaniyeke mezin de bû. Jin li Kobanê, Serêkaniyê, Til Hemis di warê parstinê de xwe birêxistin kiribû. Her wiha di nav civakê de jî jinê sîstema xwe ava dikir. Di nav van pêşketinan de nava qada ragihandinê de jî jinê cih girt û hewl da ku rola jinê di têkoşînê de biteyisîne. Pêwîstî hebû ku nasnameya jinê di ragihandinê de hebe û jin di vê qadê de bikaribe berhemên xwe kom bike. Di konferansa RAJIN-Rojava de jinê xebatên xwe nirxand û ber bi rêxistinbûnê ve çû. Plansaziya xwe derxist. RAJIN-Rojava li ser vê bingehê xebatên xwe berfirhetir kir. Vê yekê bandoreke baş pêk anî."
'Ragihandin li gor xwezaya jinê ye'
Zinarîn destnîşan kir ku hejmara jinan di nav xebatên ajans, rojname, tv û radyoyên Rojavayê Kurdistanê ji ên mêran zêdetir e û ev yek wiha şîrove kir: "Ev jî nîşan dide ku rojnamevantî bi rengê jinê pêş dikeve li vir. Di esas de kesayetên ku li pey heqîqetê ne dibin rojnamevan û nûçegihan. Li beramberî zilim, desthilatdarî û neheqiyan yên ku serî radikin dikarin bibin rojnamevanên rast. Ji ber vê yekê ye ku herî zêde ev qad bala jinê dikişîne. Di xwezaya jinê de dijîtiya li beramberî zilim, desthilatdariyê pir li pêş e." Zinarîn derbarê Kovara Asoya Jinê de ev agahî di dawî de parvekir, "Kovara Asoya Jinê ku bi Kurdî mehê carekê tê weşandin, ji bo jinan derfete ku bikaribe nêrîn, hest û ponijandinên xwe tê de parve bike. Jixwe kovara me ji beşên cuda yên civakî, çand, huner, wêje, parastin û hwd. pêk tê. Em hewl didin rengê jinê bi kovarê biteyisînin. Ji aliyê jinan ve bi baldarî û elaqe tê şopandin. Di pêvajoya şoreşê de tê dîtin ku jin hîna bêtir dixwaze bi zimanê xwe bixwîne û binivîse."
'Rojnamegerên jin xwe bêhtir nasdikin'
Endama Rojnameya Ronahî Sûzan Elî jî wiha got, "RAJIN ji bo pêşketina jinan di qada ragihandinê de mîsyoneke girîng girte ser xwe. Ji ber birastî ne tişteke hindik bû ku jin kamera hilgire, biçe nav civakê, binivîse û şîrove bike. Beriya wê piranî jin li jêr desthilatdariya rejîmê û ya zilam de diperçiqî. Jin di qada ragihandinê de piştî sazbûna RAJIN-Rojava xwe di warê xweser de perwerde kir. Karî bêtir xwe nas bike. Rola çapemeniyê di warê jinê de fêm kir. Mirov dikare bêje ku piştî şoreşê û avabûna RAJIN-Rojava jinê hêza xwe bêtir dît, pirgirêkên wê kêmtir bû. Di demên destpêkê zilam teknîk, pênûs û kamera karê xwe tenê didît, karê rojnamevaniyê karê jinê nedihate dîtin. Lê bi têkoşîn û pêşketina hêza xweser a jinê zihniyet guheriye, êdî wiha nayê fikirîn."
'Şoreşa Rojava bi xwe re Şoreşa Ragihandinê jî anî'
Sûzan wiha qala xebatê jinan di Rojnameya Ronahî de kir, "Ji destpêka şoreşa Rojava, rojnameya me Ronahî jî dest bi weşanê kir. Şoreşê pir şoreşên din jî bi xwe re afirand. Ji wan şoreşan yek jî ya ragihandinê ye. Em dixwazin bi Ronahî re nêzîk civakê bin. Ji ber vê di rûpelên rojnameya me de tevhî beş cih digirin. Rojnameya Ronahî tevahiya pirsgirêkên civakê ragdihîne û rêyên çareyê jî parve dike. Piraniya endamên rojnameya me jin in. Di navendê, li kantonên Efrîn û Kobanê, her wiha li bûroyên rojnameyê jin pir aktîf cih digire. Bi taybet di karên edîtoriyê de jî rola wê berçav e. Rûpeleke rojnameyê taybet bi jinê ye ku hem xebatkar, hem nivîskar tevahî jin in. Ev rûpel bi nêrînên jinan tê amadekirin. Rojname di nav civakê de belav dibe û gel nêrînên xwe bi me re parve dikin. Reflekseke baş tê nîşandayîn. Piranî heya niha me di rûpela jinê de xebatên saziyan teyisandiye. Rojnamevanî kareke pîroz e. Ragihandin an civakê biser dixîne yan bin dixîne. Divê em jî wek rojnameger civaka xwe bilind bikin. Pêwîste em rastiyê raghînin ji cîhanê re."
'RAJIN-Rojava di nava şert û mercên giran de hat avakirin'
Endama Komîteya Rêveber a RAJIN-Rojava Nergîz Îsmail avakirina RAJIN-Rojava wek pêngavek dîrokî nirxand û wiha got, "RAJIN-Rojava di nava şert û mercên giran de hat avakirin. Di şert û mercên wê demê de ku di tevahiya qadan de gavên nû dihatin avêtin, şoreşê zemînê xwe bi rêxistinkirinê diafirand. Di konferansê de nîqaşên berfireh û beşdariya berçav ya endamên jin ên ragihandinê serketineke mezin bû. Peyamek ji bo dîrokê bû. Zimanê şîdet, kuştin û qirkirinê di ragihandinê de serwer e. Lê li Rojava em xwedî vê şansê ne ku li beramberî vî zimanî têkoşîn bikin û li cîhanê jî pêş bixin heye. Ji bo ew feraseta ku bi zimanê şîdetê, bi pênûsa nêrtî di nava ragihandinê de rabe, pêwîst bû ku di şoreşê de bi aso û nêrîna jinê ragihandin xwe saz bike. Konferansa RAJIN biryara vê yekê dabû û dest bi xebatê kir. Lidarxistina konferansa RAJIN nayê wateya ku têkoşîna me gihîşte encamê. Divê jin tev di vê qadê de xwedî li ked û xebata xwe derkeve. Di tevahiya qadên civakî de ger jin hebe, lê ger di qada ragihandinê de nebe, nîvco dimîne. Lewma pêwîste jin xwedî li qada ragihandinê derkeve."
'Jin di qadên berxwedaniyê de rojnamegertiyê dikin'
Nergîz da zanîn ku rojnamegerên jin di qadên şerde têkoşînek mezin didin û wiha pêde çû, "Niha li Şêx Meqsûd di nava atmosfera şer de jin xebatê raghandinê dikin. Li Kobanê di nav berxwedaniyê de nûçegihanên jin di eniya pêş de xebat pêk anîn. Di qada ragihandinê de jin di nav berxwedan û têkoşîneke mezin de ne. Hin hevalên me yên jin dema ku xebatên xwe dimeşandin jiyana xwe ji dest dan. Hevala Agirî endama ragihandina YPG'ê li Kobanê şehîd bû, hevala Arîn jî şehîda çapemeniyê ye." Nergîz anî ziman ku jin pêşengiya xebatê raghandina azad dike li Rojava û wiha dirêjî da gotina xwe, "Jinan berê şerim dikirin ku helbestek, nivîsekê binivîsin, yan jî navê wê were gotin. Niha di radyoyan de helbest, jiyan û nêrînin jinan parve dibin. Herwiha panaromaya jinê çêdibe. Kar û xebatên jinê di hemû qadan de tê ragihandin. Di radyoyan de navenda nûçeyên jinê destpêkiriye. Zehmetiyên hişmendiya zilma li pêşiya me hebûn. Têkoşîna wê tê dayîn. Her pêngava ku jin diavêje astengiyan li pêşiya xwe radike."
(rc)