Jinan li navçeyê 'qedexe' tovên piştevaniyê diçînin

10:21

JINHA

COLEMÊRG - Li Geverê jinên ku guh nadin qedexeyan bi hatina biharê re li baxçeyên xwe dest bi karê çandiniyê kirin. Jinên Geverê yên di saetên sibehê de dest bi kar dikin tovên ku ji par ve di destên wan de mane bi destên xwe yek bi yek ber didin dilê axê û car din jiyanê zindî dikin. Jinan da zanîn ku dê berhemên van baxçeyan jî di nav malbatên xizan de parve bikin.

Hêzên şer ên hikumeta AKP'ê li gel daxuyaniya "operasyon bi dawî bû" jî li navçeya Geverê ya Colemêrgê di roja 48. de jî polîtîkayên talanê didomînin. Bi hezaran welatiyên ku bi mehan e li gel hemû qedexe, dorpêç û polîtîkayên koçberkirinê jî li ber xwe didin û axa xwe terk nakin bi hatina biharê re li bax û bistanan dest bi çandiniyê kirin. Jinên ku li taxên Yeşîldere, Îpek û Esenyurtê dijîn li baxçeyan dest bi çandina kartol, pîvaz, xiyar, garis, tivirk, berberojik û sewzeyên cûr bi cûr kirin. Lê ji ber qedexeyan tovên firingî, îsot û balîcanan ji ber ku nayê peyda kirin, çandina van sewzeyan îsal nayê kirin.

Jiyan bi destê jinan zindî dibe

Jinên Geverê di saetên sibehê de li baxçeyên xwe bi bêr û qazmeyan dest bi kolandina axê dikin. Piştî ku ax tê kolandin û nermkirin vê carê jî jinan tovên sewzeyên ku ji par ve di destên wan de mane dest bi reşandina tovan dikin. Jinan bi destên xwe tovên jiyanê yek bi yek ber didin dilê axê û car din jiyanê zindî dikin.

Dê berhemên baxçeyan were parvekirin

Jinên ku di saetên sibehê de dest bi karê çandiniyê dikin di saetên sibehê de baxçeyên xwe av didin û di saetên nîvro de jî dest bi karê tevrikê dikin. Her wiha ji bo ji berf an jî teyrokan zirarê nebînin jî ser sewzeyan bi naylonan tê pêçandin û parastin. Jinên ku di nav şert û mercên dijwar de û bi kêmderfetan çandiniyê dikin dan zanîn ku wan biryar daye berhemên van baxçeyan jî li gor pêdiviyên malbatên xizan parve bikin.

'Mal û baxçeyên me xira kirin'

Yek ji jinên ku li baxçeyan ruh dide axê Kudret Aksu ye ku kurê wê Suleyman Aksu di Komkujiya Pirsûsê de hate qetil kirine. Kudret da zanîn ku ji mala xwa ya li taxa Ormanê ji ber zext û êrîşên hêzên dewletê dûr ketiye û bi mêvandarî li malekê dimînin. Kudret anî ziman ku bi hevgirtinê karê xwe dimeşînin û wiha axivî: "Ji ber ku em bi darê zorê ji mala xwe hatin derxistin, me nekarî em li baxçeya xwe karê çandiniyê bikin. Ez jî çi ji destê min tê dikim. Malên me xira kirin, baxçeyên me xira kirin. Xwedê vê zilmê ji wan re nehêle."

'Em hemû malbatek in'

Jina bi navê Nurgul Şahîoglu jî diyar kir ku qedexeya li navçeyê bi awayek kêyfî tê domandin û diyar kir ku li gel hemû êrîşan bi hezaran welatî terka axa xwe nekirine. Nurgul destnîşan kir ku ji ber rewşa awarte îsal nikarin çandiniya gelek sewzeyan bikin û wiha berdewam kir: "Ji ber me tovên firingî, balîcan û îsotan peyda nekirin me nekarî em çandiniya wan bikin. Em jin, li gel hemû qedexeyan jî heta ji dest tê çandiniyê dikin. Malên bi hezaran kesan hatin hilweşandin. Ji ber vê yekê em ê berhemên van baxçeyan li malbatên ku pêdiviya wan hene belav bikin. Em hemû li vir malbatek in û em ê heya dawiyê di nav hevgirtinê de bin."

(rc)