Li Çewlikê 17 kes hatin girtin
10:25
JINHA
ÇEWLIK - Ji kesên li Çewlikê di operasyonên qirkirina siyasî de hatin binçavkirin 17'e kes bi îdîaya "endametiya rêxistinê ne" hatin girtin.
Li Çewlikê, polîsên Tirk pêr danê sibehê avêtibûn ser avahiyên HDP, DBP, KURDÎ-DER, ÎHD, BUO-DER, Egîtîm Sen û Pirtûkxaneya Rençber Azîz ên li Elezîzê. 17'e kesên di vê serdegirtinê de hatibûn binçavkirin hatin girtin û ew şandin girtîgehê.
Kesên hatine girtin ev in: Îsmaîl Koç, Perîhan Demîr, Nîhat Ogûr, Erkan Kanar, Sedat Seyîthanoglû, Recep Ûs, Hasem Tîlkî, Baver Damlayici, Jiyan Yakût, Zeynep Atli, Kader Peker, Mujdat Çakmak e.
(rc)