Nijadperestî di nava yurdê de jî belav dibe

11:47

JINHA

AMED - LiYurda Xwendekarên Jina yên Zanîngeha Dîcleyê a Ziya Gokalpa Amedê xwendekarek jin cilê lêşkerî li xwe kir û bi gotinên nijatperestî êrîşê jina ku guhdarî mizîkê Kurdî dikir kir.

Şevê din li Yurda Xwendekarên Jina yên Zanîngeha Dîcleyê a Ziya Gokalpa Amedê di navbera xwendekaran de şer derket. Li gorî îddîayê, xwendeakarek jin tehmûla mûzîkê kurdî a ku li kantînê hatî pêxistin nekirî, cilên leşkerî li xwe kirî û êrîşê xwendekarên ku mûzîkê kurdî dikirin kir. Jina ku cilên leşkerî li xwe kir û bi gotinên "Hûn hemû terorîstin, kurdên pîs" êrîş bir ser xwendekaran. Jina gotinên nijadperestî kir li kantînê jî êrîşê xwendekaran kir. Di encamê de rageşî derket û xwendekarên ku mûzîkê kurdî guhdar dikin birîndar bû. Piştî bûyerê xwendekara birîndar ji aliyê xwendekarên din ve rakirin nexweşxanê. Li ser vê yekê gelek polîs hatibûn cihê bûyerê. Koma ji 50 kesî pêk dihat ji dervî yurdê dirûşme 'Kurdistan wê ji faşizmê re bibe goristan" û "Bêdeng nemîne çiqas bêdengbî dê dora tejî bê" berz kirin.

(dt/rc)