KJA: Em bi tilîliyên azad 1'ê Gulanê pîroz bikin

12:39

JINHA

NAVENDA NÛÇYAN - KJA, têkildarî Cejna 1'ê Gulanê Roja Kedê û Pîştevaniyê daxuyanî da. KJA'yê di daxuyaniyê de diyar kir ku têkoşîna ked û mirovahiyê, ancak ji aliyê kesên ku bi rûhê 1'ê Gulanê wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê yên nirxên mirovahiyê diparêze û felsefeya jiyanê esas digire pêş bikeve û têkeve meriyete. KJA'yê bang li hemû jinan kir ku 1'ê Gulanê li qadan bi rûhê 8'ê Adarê û Newrozê dagirin û azadiya xwe biqêrîn û tilîlîyan piroz bikin.

Kongreya Jina Azad (KJA), tekîldarî Cejna 1'ê Gulane Roja Ked û Piştevaniyê daxuyaniyek nivîskî weşand. KJA'yê di daxuyaniyê de bang li jinan kir ku hemû jin bi rûhê 8'ê Adarê û Newrozê li qadan bi qêrîna azadiyê û tilîliyên xwe piroz bikin. KJA, da zanîn ku 1'ê Gulanê yek ji rojên xwedî wate û dîrokî ya têkoşîna kedê ye û sembola têkoşîna li dijî dagirkerî û mêtîngeriyê ye. KJA, anî ziman ku 1'ê Gulanê bi paşeroj û pêşeroja xwe xwedî wateyek pir fireh e. KJA, destnîşan kir ku 1'ê Gulanê di dîrokê de roja ku kedkar, jin, ciwan, karker ên bi xwîdana eniya xwe û roniya çavê xwe hildiberînin û di afirînin pîroz dike ye û wiha got: "Em vê roja ked, têkoşîn û piştevaniya gelên Cîhanê ku di heman demê de roja bi rûhê daxwaz, hêvî û berxwedanê ji bo pêşeroj û cîhanek azade pîroz dikin."

'Destêpê keda jinê dizîn'

KJA'yê di berdewama daxuyaniyê de destnîşan kir ku keda mirovan xwidana eniya wan e û piroz e, lê hişmendiya zordar û zalim êrîşî vê kedê kiriye û wiha domkir: "Diziya ewil li dijî keda jinê pêk hatiye. Di şexsê jinê de keda hemû civakê dizîne û desteser kiriye. Keda hemû civakê desteser kiriye. Xwestine mirovê tune bikin. Ji ber keda jinê bingeha civakîbûnê ye, li dijî civakîbûnê êrîşî keda jinê kirine. Têkoşînek rast bi famkirinek rast a dîrokê pêkan e. Ji ber vê yekê divê dîroka kedxwariyê û keda jine rast bê xwendin. Serdema kapitalîst ku bûye wekî dinozoran; bûye mîjokerê ked, hilberîn, xwîn û nirxên mirovan. Ev hişmendî û pergal, bi sedsalan e hemû nirxên mirovan talan dike û keda mirovan binpê dike. Bi vê yekê nayê ser hemû kesên ked û azadiyê diparêze dixe nava lepên xwe û wekî vampiran mêtîngeriya wan dike. Bi kedxwariyê dixwaze aliyê civakîbûn, pîroz û xweşikbûnê tune bike. Mirovên ked û nirxên mirovan û keda jin, ciwan, karker û kedkaran diparêzin, li dijî vê mêtîngeriyê ji bo jiyanek bi rûmet, têkoşîna xwe herdem bilind kiriye."

'Em têkoşîna xwe li qadan bi tilîliyên wadetar û xweşik pîroz bikin'

KJA herî dawî bang li hemû jinan kir ku roja ked û nirxên mirovahiyê 1'ê Gulanê; ku wekhevî, azadî, demokrasî û edaletê diparêze bi felsefeya jiyanê têdikoşe û dijî, bi rûhê 8'ê Adarê û Newrozê qadan tije bikin û bi tilîliyên azad li qadan pîroz bikin.

(mae/rc)