YPJ nasnameyê sê şervanên xwe eşkere kir
13:08
JINHA
NAVENDA NÛÇEYAN - Navenda Raghandina Yekîneyên Parastina Jin bi daxuyaniyek nasnameyê sê şervanên YPJ'ê eşkere kir.
Navenda Raghandina Yekîneyên Parastina Jin (YPJ) têkîldarê pevçûnên ku li herêma Efrîn ya Rojava diqewime agahî da û nasnameyê sê şervanên YPJ'ê eşkere kir. Di daxuyaniya YPJ'ê de wiha hat gotin, " Di roja 27’ê Nîsana 2016’an de hejmarek zêde ji çeteyên pêxas xwestin bi çekên xwe yên giran êrşê destkeftiyên herêma Efrînê a Rojavayê Kurdistanê bikin û bi vî awayî di îradeya gel û yekîneyên parastinê de lawazbûnê ava bikin. Wan komên çete ên ku di saet 9:30 roja çarşemê li ser erdê û bi topên hawanê êrîşên xwe li herêma Birad a girêdayî Efrînê dest pê kirin."
YPJ'ê diyar kir ku planên êrîşê komên çete rastî bersivek bi hêz hatî û wiha hat gotin, "Lê belê li hember van planên dijwar şervanên Hêzên Sûriya Demokratîk hebûn. Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin kû weke pêşengên QSD tên naskirin, careke din serkêşiya berxwedaneke dîrokî kirin û sing bi sing bersîva dijmin dan. Dawiya wê şerê dijwar binketinek din ji bo komên çete û alîgirên wan bû. Di wê rojê de yanzdeh hevrêyên me kû çeperên şer kiribûn sînorê parastina hêviya gelên Rojava, destanek nû ji rûmet û cengaweriya xwe tomarkirin û piştî şereke giran gihiştin şehadetê. Wan hevalan ne tenê Efrîn parastin kû meşa ber bi azadiyê li Rojava û çar aliyên welat bi xwîna xwe misoger kirin."
Di dawiya daxuyaniya YPJ'ê de jî wiha hat gotin, "Weke Yekîneyên Parastina Gel û Yekîneyên Parastina Jin, em careke din soza kû me daye şehîdên nemir dubare dikin û dibêjin kû heta dawiye em ê şopdarê reya azadîxwaziya wan bin. Serî de malbatên şehidên Efrînê, em ji hemû gelê Kurdistanê re sersaxiyê dixwazin."
Navê Tevgerî: Axîn Şervan
Navê Rast: Oriya Xelîl
Navê Dayikê: Dilşan
Navê Bav: Ebdulrehman
Cihê Ji Dayikbûnê: Mebetlî, Şitke, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016
.....................................
Navê Tevgerî: Dênîz Egîd
Navê Rast: Rola Miho
Navê Dayikê: Medîhe
Navê Bav: Şêxmos
Cihê Ji Dayikbûnê: Raco, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016
.....................................
Navê Tevgerî: Şaristan Zîlan
Navê Rast: Cigîre Erselan
Navê Dayikê: Fîdan
Navê Bav: Henan
Cihê Ji Dayikbûnê: Mebetlî, Kumruk, Efrîn
Cih û Dîroka Şehadetê: Belenûyê, Efrîn 27-04-2016
(rc)