'Ev êrîş li hember vîna jinan bûye'

13:52

Duygu Erol - Habibe Eren/JINHA

ENQERE - Parlementerên jin di derbarê Desteya Giştiya Meclisê, nîqaşên ser "destnedanê" û şideta ku ser wan tê kirin nirxandin kirin û gotin: "Di meclisê de kursiyek me hebû. Li wê jî em rastî êrîşên lîcnê hatin. Li qadan êrîşên li hember gelê me çawanin, li meclisê jî êrîşên ser me tên kirin bi heman şêweyîne."

Dema ku li Desteya Rêveberiya Meclisê avakirina komisyona çavdêriya hêzên dewletê nîqaş dikirin, li ser gotina Parlementerê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu ya "hêzên dewletê sivîlan qetildike" parlementerên AKP'ê êrîşî Ferhat kirin. Serokwekîlê AKP'ê Ahmet Aydin ê ku runiştin birêve dibir jî got; "hêzên dewletê qetilnake", parlementerên AKP'ê bi gotinên weke "terorist" û "divê hun di girtîgehê debin" êrîşî parlementerên HDP'ê kirin. Di gengeşeya derketî de jinên parlementerên HDP'ê Çaglar Demirel, Huda Kaya û Burcu Çelik rastî êrîşa fîzîkî hatin.

'Bi plana lîncê êrîşî kursiyên HDP yiyan kirin'

Girêdayî mijarê Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Huda Kaya diyar kir ku di dema axaftina Ferhat Encu de hewlên lîncê bi zanebûn hatin kirin û wiha got: "Her dem bi zanebûn û plankirî hewildidin êrîş bikin. Ferhat girêdayî komkujiyên hêzên dewletê ser sivîlan dikin axivî, wê demê dest bi gotinên weke 'hêzên dewletê ne qatîlin' kirin. Em derbazî cihek nêzî kursîbûn, li wê rastî êrîşên fîzîkî û gotinan hatin. Bi bêmafî êrîşî me kirin. Bi plana lîncê hemû bi hev re êrîşî sireyên HDP'ê kirin."

Huda da zanîn ku bê ferqa jin û mêran bikin ew rastî êrîşên giran ên fîzîkî hatin û wiha domand: "Bi çavsoriyek faşîzane êrîş kirin. Niyeta wan ewe ku di meclisê de jî mafê gotin û nefesê ji mirovan re nehêlin. Emê li hember hemû êrîşan jî têkoşîna xwe berdewam bikin. Dixwazin hem li meclisê û hem jî di raya giştî de gotina HDP'ê bibirin û daxwazên wan ên demokrasiyê tine bikin. Ev jî tê dîtin li meclisê êrîş zêde kirine. Ewê bêgoman encamên dîrokî bibînin."

Çaglar Demirel a ku li meclisê rastî şideta gotin û fîzîkiya mêrên parlementerên AKP'ê hatî jî destnîşan kir ku tehmula parlementerên AKP'ê ji rexneyan re nîne. Çaglar bilêv kir ku hîna Ferhat Encu axaftina xwe neqedandî nêzî 200 parlementerên AKP'ê êrîşî kursî kirin û wiha berdewam kir: "Çavê parlementerên AKP'ê sor bûye. Êdî êrîşî jinên parlementerên HDP'ê kirin. Ji xwe pêwîstî bi rakirina destnedanê nemaye, helwestek me sucdardikin û xwe jî dixin cihê darazê nîşan didin. Bi helwesta faşîzmê û hişmendiya darbê ji bo lînçkirina parlementerên HDP'ê rabûn."

'Ji xwe destnedana me parlementerên HDP'ê û gelê me nîne'

Çaglar wiha dom kir: "Em weke parlementerên HDP'ê ji xwe ticarî destnedana me çênebûye. Heya niha li her deverê em rastî şideta leşker û polîsan, gaz û çekên wan hatine. Di hemû demên em bi gelê xwe rene destnedana me nemaye. Li meclisê kursiyek me hebû. Li wê jî em rastî êrîşên lîncê yên hovane hatin. Êrîşên ser gelê me çîne, di meclisê de ser me jî bi heman şêweyîne. Emê ticarî vê ne pejirînin. Divê civaka Tirkiyê jî nepejirîne. Tayîbetî jî divê jin nepejirîne. Ji ber tenê hedef ne çend jinin, hedef vîna jinane. Êrîş ser nûneriya jinan tê kirin."

'Dixwazin HDP'ê ji derveyî siyasetê bihêlin'

Parlementera HDP'ê ya Bedlîsê Mizgîn Irgan ku ew jî rastî heman êrîşên hişmendiya deshilat a parlementerên AKP'ê hatî jî got: "Parlementerên AKP'ê gotinên zayendperest gotin. Ev êrîşa nijadperest ser HDP'ê kirin. Li gel hemû zoriyan jî emê têkoşîna xwe berdewam bikin. Emê rastiyan bînin ziman. Dixwazin HDP'ê ji derveyî siyasetê bihêlin. Emê di aliyê hiquqî de karê xwe berdewam bikin."

(zt)