Li Til Berak komîna hevbeş hat avakirin
17:16
JINHA
HESEKÊ - Li Til Berak yê girêdayî bajarê Hesekê ku tev ji pêkhateyên Ereb in, komîneke hevbeş a 6 gundan hate damezirandin.
Rêveber û nûnerên TEV-DEM û Kongreya Star bi armanca damezrandina 6 komînan li Til Berak bi welatiyên Ereb re civîn pêk anîn. D civînê de hate diyar kirin ku armanca damezirandina komîna hevbeş yê 6 gundan ew ku pêkhateyên gelên Ereb bikaribin xwe bi xwe rêxistin bikin û bi hevrebuyîna gelan bê domandin. Di civînê de endamê TEV-DEM'ê Îsa Kendal, rêveberiya komînên girêdayî bajarê Hesekê û rêvebera
Kongra STAR Melka Şêxmûs amede bûn.
'Divê her jinek xwe di komînan de birêxistin bike'
Rêvebera Kongerya Star Melka Şêxmûs jî di axaftina xwe de bal kişand ser rola jinê a di komînan da û wiha got: "Di komînan de ên ku bikaribin jiyanê bi awayeke xurt damezirînin jin in. Ji bo wê jî pêwîste ku her jinek bikaribe xwe di komînan da bi rêxistin bikin û di nava gelê Ereb de bingehê rêxistinkirina jiyanê deynin."
'Komîn bingehê jiyana azade'
Rêveberê xeta komînên gundan Farûq Tozo li ser girîngiya avakirina komînan axivî û got ku pêngava avakirina komînên gundên bajaroka Til Birak di vê pêvajoyê de serkeftineke mezin e û wiha got, "Ev der demekê berî rastî êrîşên komên çete hat û gelek talanî di van gundan da hate çêkirin. Lê belê niha em dixwazin cardin jiyanê li vir ava bikin." Li ser navê TEV-DEM'ê Îsa Kendal axivî û wiha got: "Komîn bingehê jiyana azad e, armaca me ji damezirandina komînan ew ku her kes bikaribe xwe di van komînan da bîne ziman, bikaribe xwe bi awayeke erênî xurt û perwerde bike."
(ee/rc)