Jinên Efrînê gul û giha dikin derman
09:00
Fîdan Rêzan/JINHA
EFRÎN- Jinên gundê Sorkê ya girêdayî navçeyê Racoyê bi şînhatina giha û gulan re, dermanên xwezayî çêdikin.
Li gundê Sorkê a navçeyê Racoya Efrînê jin berê xwe didin deştan û li wir giha û gulên ku şîn hatine berhev dikin. Gul û gihayên ku berhev dikin, li cihek paqij zûha dikin û dûvre dermanên xwezî çêdikin. Piranî jî giha û gulên wek çaya kesk, çaya çolê, zencefîl, pelê daran û xecxecokan ji bo derman bikar tînin.
Fatma Kusû jî bi gihayên ku li derdora çiyayên Efrînê şîn tên, ji bo nexweşiyan bikar tîne. Ew piranî gihayê catir û giyayên çiyayî dide hev û ji wan dermanê xwezayî çêdike. Fatma diyar kir ku li şûna dermanên kîmyewî ew dermanên xwezayî ji bo nexweşiyên cur be cur çêdikin û wiha domkir, "Em sûdê ji xwezayê xwe digrin." Fatma dewlemendiya xwezayê Efrînê bi bîr xist û wiha pêde çû, "Xweza bi kûlîlk û gihayên bi sûd xemiliye û em jî ji vê dewlemendiyê derman çêdikin. Ji bo dermankirina gelek nexweşiyan bi tabet ji bo şewbê, nexweşiya nefesê, xurtkirina tevgera xwînê, xura singê û penceşêrê em gihayên cur be cur bikar tînin. Encameke baş jî digirin."
(cc/rc)