Li hember polîtîkayên dewletê yên koçê berxwedana konbajar an
09:03
Aysel Işık/JINHA
ŞIRNEX - Welatiyên Şirnexê yên ku ji aliyê hêzên dewletê ve bi zorê ji malên wan hatî derxistin li zozanên xwe kon vedane û dest ji axa xwe bernadin. Li hemberî polîtîkayên dewletê yên hilweşandinê welatî konbajarê xwe xweşdikin û têde jiyana xwe berdewam dikin.
Di çarçoveya polîtîkayên qirkirina nijadî û koçberiyê ya hêzên dewletê li Kurdistanê berdewam dike, li Şirnexê jî di 15'ê Adarê de bi navê 'qedexeya derketina kolanan' kete meriyetê. Hêzên dewletê plankirina ku welatiyên Şirnexê bi zorê ji malên wan derxin û berê wan bidim metrepolan. Lê welatiyên Şirnexê ev polîtîkaya dewletê vala derxistin, dest ji axa xwe bernedan, li zozanên nêzî bajêr kon vedan û di konan de dijîn. Gelê Şirnexê jiyanê di konan de bedew dikin û bi wî awayî bersiva polîtîkayên dewletê yên hilweşandinê didin. Gel ji bo dewleta komkujiyan dike wiha dibêje: "Em dewleta talankar barabar baş nasdikin, lê hîna dewletê em nas nekirine. Em kurd her sal xwe nû dikin, divê bê hînbûn ku em li hemberî hişmendiya zordar serî natewînin."
'Em bi mirinê naqedin'
Leyla Katar a ku ji aliyê hêzên dewletê ve ji Şirnexê bi zorê hatî derxistin jiyana xwe di konan de berdewam dike got: "Em kurd bi qetilkirin û girtinê naqedin, dewletê hîna ev tênegihiştiye. Hun dibînin dewletê em bi zorê ji malên me derxistine, lê ji bo em neçin metrepolan me li deverên nêz ji bo xwe kon vedane. Ji xwe em hînbûyîne, her çendî aliyek me xemgînbe jî em ji cihê xwe razîne. Herî kêm en neçun metrepolan û nehatin lîstokên dewletê. Dema ku em kurd bibin yek emê hîn zêdetir hişmendiya dewletê vala derxînin. Ji vê saetê û şon de kes nayê lîstokên Tayip."
'Ezê konê xwe li ber mala xwe danim'
Ayşe Katar jî got: "Ez bi bêsebirî li benda rakirina dorpêça ser Şirnexê me. Dijmein em bi zorê ji malên me derxistin. Me jî li zozanan ji bo xwe kon danî. Ji ber ku em naxwazin ji axa Kurdistanê durkevin. Li Şirnexê dewlet her tiştî xiradike û hildiweşîne. Li gel wê jî cardin bi bêsebirî ez li benda çuyîna Şirnexê me. Hema qedexe rabe ezê bi lez xwe bigihînim Şirnexê. Ezê vî konê xwe yê min li vêderê daniyî bibim li ber mala xwe danim. Emê axa xwe ji dijminan re nehêlin."
'Emê cardin jiyana xwe avabikin'
Gulê Kulter a ku wê jî li zozanan kon vedayî da zanîn ku we li her devera Kurdistanê dikarin jiyana xwe ji nû ve avabikin tenê bila tiştek li zarokên wan neyê bese û wiha domand: "Dewlet bi tang û topan malên me xiradikin. Em ji dewletê mafê xwe dixwazin. Bila êdî ev dewleta qetlîamkar bila êdî dawî li êrîşên xwe bîne. Dewlet me bikuje, bişewitîne, çî li me bike emê ticarî teslîm nebin. Emê ticarî serî li hember dijmin netewînin. Heya dilopek xwîna me hebe emê ji bo axa Kurdistanê têkoşîn bikin. Welatiyên ku di salên 90'an de malên wan hatin hilweşandin, bi zorê caredin ji bo xwe mal çêkirine. Niha li Şirnexê cardin dijmin ew mal xirakirin. Lê emê cardin wan malan avabikin."
(zt)