‘Êrîş hember vîna jin pêk hatî, em ligel parlementerên xwenin'

09:04

JINHA

STENBOL – Jinên ku ne razîbûn li hember êrîşên wekîlên HDP'ê nîşan dan wiha gotin, "Ew êrîş li hember vîna wekîlên jin pêk hatî. Ev êrîşek taybet yê li hember jinan e. Em li gel wekîlên xwe ne. Wekîlên me darpkirin tê wateyê darpkirina gelê Kurde."

Encamê polîtîkayê qirkirinê yê li Kurdistanê vê carê mînakê wê li meclîsê pêk hat. Têkildarî pêşnûmeya "Destlênedayîna wekîlan" a ku li ser daxwaza AKP'ê hat Komîsyona Makeqanûnê ya meclîsê, gava ku Parlementerê HDP'a Şirnexê Ferhat Encû di axaftina xwede got "Rêveberiyê zordestan sivîlan qetil dike" parlementerên AKP'ê êrîşê Ferhat Encû kirin. Piştî wê parlementerên AKP'ê bi gotinên "Terorîst", "Divê hûn tev di girtîgehê de bin" êrîşê parlementerên HDP'ê kirin û di encamê de Parlementerên HDP'ê ên jin Çaglar Demîrel, Hûda Kaya û Burcu Çelîk Ozkan rastî êrîşa fîzîkî hatin. Jinên ku têkîldarê darpkirina parlementeran nirxandin kirin gotin ku êrîşên hember jinan êrîşa li hember gelê Kurde.

'Em ê serî netewînin û li gel parlementerên xwe bin'

Berpirsa Rêxistinbûna Bajêr a HDP'ê Ayşe Karadag diyar kir ku encamê êrîşên hember parlementerên HDP'ê, ne hazimkirina vîna gele û wiha berdewam kir, "Dixwazin serkeftina HDP'ê biçewsînin. Em ê li hember van êrîşan serî netewînin. Em li gel parlementerên xwe ne. Darpkirina parlementerên me tê wateyê darpkirina gelê Kurde. Parlementerên me nûnerê gelê Kurdin, ji ber vê em serê xwe netewînin û heya dawî em ê ligel parlemenetên xwe bin."

'Ew nikarin vîna Kurdan tune bikin'

Endama KJA'yê Tûrkan Kocadag jî destnîşan kir ku dewleta Tirkiyê bi polîtîkayê bişavtinê dixwaze vîna gel biçewsîne û wiha pêde çû, "Êrîşên ku dewlet li meclîsê pêk aniye û polîtîkayê li hember gelê Kurd pêk tîne hemane. Lê divê bê zanîn Kurd ne Kurdên berê ne. Ew nikarin vîna kurdan tune bikin." Tûrkan bilêvkir ku ew ê ligel parlementerên xwe bin û wiha dirêjî da gotina xwe, "Ew êrîş hember vîna jin pêk hatiye. Ev êrîşek taybet yê li hember jinane. Her çiqas jina kurd dibe xwedî vîn, ewqas dibe hedefe dewletê. Lê em êdî ne weke berê ne."

'Nikarin raperîna me biçewsînin em pişt vîna xwe ne'

Perwîn Tunbul jî balkişand ku raperîna gelê Kurd dewam dike û wiha got, "Ew ê nekaribin vê raperînê biçewsînin. Li aliyek tecrît dewam dike li aliyê din êrîşê parlementerên me dikin. Ev êrîş hem li hember jinane hem jî li hember gelê Kurde." Perwîn bilêv kir ku ew ê wek jin ligel parlementerê xwebin û têkoşîna xwe bidomînin û got, "Em ê dengê xwe yê azadî bilind bikin."

'Li hember êrîşan em ê vîna xwe biparêzin'

Xanim Kurum jî wiha got, "Divê dewleta Tirkiyê vê yekê baş zanibe AKP'ê dewletê bi hişmendiyê IŞÎD'ê rêve dibe. Li hember vê êrîşê em ê vîna xwe biparêzin. Heya dilopê xwîna xwe yê dawî em ê têkoşîna xwe berdewam bikin."

(rc)