RAJIN-Rojava salvegera xwe li ser sînor pîroz kir
13:51
JINHA
QAMIŞLO-RAJIN-Rojava bi boneya 2.salvegera damezarandina xwe serdana nûçegihanên ku li ser sînor di nobetê de ne kirin.
RAJIN-Rojava bi boneya 2. salvegera xwe, serdana endamên çapemeniyê yên di nobeta "Ji bêdengiyê re na " ku li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo bûyeran dişopînin kirin. Di 27. roja nobetê de endamên Welat fm. nobedar bûn. Endamên raghandina jin ji nobedaran agahî derbarê bûyerên Nisêbînê de girtin. Li gor agahiyên ku nobedarên çapemeniyê dan ji serê sibê êrîşên bi tank û topan li ser taxên berxwedana Nisêbînê bê navber dewam dike. Her wiha hate dîtin ku wesaytên zirxî û dozeran malên gelê sivîl xeradikin û agir bi mala dixin. Ji taxên Nisêbînê yên berxwedanê dûkela reş û dengê pevçûnan jî ji nêz ve hate bihîstin.
Endama Rêveberiya RAJIN-Rojava Jiyan Hêvî têkîldarê girîngiya rojê axivî û wiha got, "Îro em bi boneya salvegera JINHA-Rojava hatine li cem hevalên xwe yên nobedar. Me xwest li vê derê vê rojê bi bîr bînin. Serdana me di esas de piştgirî ji hemleya "Ji bêdengiyê re na" ye. Her wiha em piştgiriya xwe ji bo rojnemevanên jin ên li Bakûrê kurdistanê ku îro hewl didin rastiya hovane ya ku li ser gelê Kurd û jinên Kurd tê kirin bişopînin, didin diyarkirin."
Endama JINHA-Rojava Evîn Nejdet jî wiha axivî: Çalakiya 'Ji bêdengiyê re na' ya endamên ragihandinê li ser sînorê Nisêbîn-Qamişlo di roja 27. de ye. Îro em wekî endamên JINHA-Rojava, her wiha endamên RAJIN, ajansa ANHA û rojnameya Ronahî hatin vir, ji bo bi hevalê xwe yên nobedar li ser sînor, pêşketinên li Nisêbîn diqewimin û êrîşên dewletê li ser sivîlan tê kirin, bişopînin em livirin. Her wiha îro 2. salvegera damezrandina RAJIN-Rojava ye, bi ve mebestê em wek xebatkarên jin, me xwest piştgirî bidin hevalên xwe yên ku di nobeta "Ji bêdengiyê re na" de ne."
(lç/rc)