'RAJIN şoreş di hundirê şoreşê de ye'

14:09

JINHA

NAVENDA NÛÇEYAN - Yekîtiya Ragihandina Jina Azad a Rojava, bi boneya 2. salvegera damezirandina xwe daxuyaniyeke nivîskî weşand. Li Kantona Efrînê jî daxuyaniyek bi heman mebestê hate dayîn.

Yekîtiya Raghandina Jina Azad a Rojava RAJIN-Rojava bi boneyê 2. salvegera damezrandina xwe daxuyaniyek nivîskî weşand. RAJIN-Rojava di daxuyaniyê xwede tevahî rojnamegerên jin ên ku di pêvajoya şoreşê de jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî wiha hat gotin, "Bi munasebeta 2. salvegera Yekîtiya Raghandina Jinên Azad ên Rojava ku bi kurta navê xwe RAJIN hemû rojnamevanên jin pîroz dikin. Gelê Kurd ku şoreşekî di hundirê xwe de hemû nirxên civakeke exlaqî û polîtîk xwestiye bide avakirin, hêjaye ku bibe rastiya ebedî ji bo hemû gelên Rojava û herêmê. Danasîna rastiya berxwedana gelê Rojava û Şoreşa wê ku ketiye sala şeşmîn pir girîng bû. Lewre jinên rojnamevan pêwîstî bi rêxistineke bi vî rengî dîtin."

RAJIN-Rojava da zanîn ku ew di 30'ê Nîsana 2014'an avabûna xwe pêk anîne û wiha got, "Di 30'ê Nîsana 2014'an de rêxistina RAJIN-Rojava hate avakirin. Avakirina rêxistineke bi vî awayî tê wateya şoreşa di hundirê şoreşê de. Ji bo ku rastiya gelê berxwedêr bi zimanê jinê ji cîhanê re were raghandin ev pêngav gelekî girîng bû. Çawa ku jina Kurd erka rêbertiya şoreşê girt ser milê xwe, jinên rojnamevan jî di heman demê de xwestin bibin zimanê vê rastiyê û bi pênûs û kameraya xwe vê rastiyê ji cîhanê re ragihînin. Her çiqasî jin bi zor û zehmetiyên ku zîhniyeta desthilatdar a mêr dibe sedema wê re rû bi rû dimîne jî, lê bi vê rêxistinê xwestin ku li hemberî vê zîhniyetê ragihandineke azad û elternatîf pêş bixin. Di weşana xwe de avakirina Rojavayeke azad û Sûriyeke demokratîk esas bigirin."

Di daxuyaniya RAJIN'de îşare bi şoreşa li Rojava û pêvajoya avabûna RAJIN-Rojava tê kirin, "Raghandina Azad bi rojnamegeriya jin a azad û rêxistinbûyîna wê pêş dikeve. Lewre rêxistinkirina rojnamevanên jin girîng bû. Piştî ku rêxistina RAJIN'ê çêbû êdî di aliyê civakbûyînê de gelek guhertin çêbûn. Jinên rojnamevan di bin siya rêxistina RAJIN'ê de di teyîsandina şoreşa Rojava de roleke sereke lîstin. Jin di her qadeke şoreşa Rojava de tevlî bû û rêbertiya wê kir, jinên rojnamevan jî di berxwedaniya Kobanê û îro li Şêxmeqsûd de tevlî berxwedaniyê dibin û dibin zimanê berxwedaniyê."

Di dawiyê daxuyaniyê de jî wiha hat gotin, "Di kesayeta hevalên me yên rojnamevan Denîz Firat û Agirî Yilmaz ên ji bo ragihandina rastiyê canê xwe fedakirin de, em hemû şehîdên çapameniyê bibîr tînin. Em ê bibin şopdarên wan û têkoşîna xwe hîn xurtir bikin."

Li Kantona Efrînê jî bi beşdariya endamên jin ên ragihandinê li pêşiya buroya Ajansa Nûçeyan a Hawar (ANHA) daxuyanî hate xwendin.

(en/rc)