Li Kobanê semînera 1'ê Gulanê hat dayîn

15:29

JINHA

KOBANÊ- Kongreya Star li Kobanê ji bo 1'ê Gulanê rojên Kedkarên Cîhanê semînerek li darxist. Di semînerê de keda jinê û ya kedkarên cîhanê hat ziman.

Kongreya Star ji bo Roja Kedkarên Cîhanê li navenda xwe ya Kantona Kobanê semînerek li dar xist. Di semînera ku bi dehan jin û herwiha endamên Saziya Malbatên Şehîdan amade bûn de, ev roj li tevahiya kedkarên cîhanê hate pîrozkirin û îşare bi keda jinê hate kirin. Rêvebera Kongreya Star Xalîse Hec Qadir di semînerê de jinên ku di sedsala 19. de têkoşîna keda xwe kirine bi bîr anî û wiha got, "Di sala 1869'an li Şîkago'ya Emrîka di kargehan de karkerên jin her roj 18 setan dixebitîn, lê ji ber jinan nerazîbûn nîşanî vê rewşê kirin 4 ji wan ji hêla hêzên dewleta wê demê ve hatin darvekirin."

Xalîse di semînerê de kedxwariya kapîtalîzmê anî ser ziman, "Desthilatdar û sîstema kapîtalîst keda kedkaran dixwen, mafê karkeran binpê dikin, dema ku kedkar serî radikin û daxwaza mafên xwe dikin, bi zextan re rûbirû dimînin. Divê tenê rêya rizgarî ji kedxwariyê xurtkirina têkoşîna kedkaran were dîtin. Ligel ku jin bi her awayî kedê didin, xwîdanê dirijînin û ciyê xwe di hemû beşên kar de digrin, lê mafê wan nayê dayîn. Li gor keda wê bersiv nagire. Lê belê bi derketina Hereketa Azadiyê re têkoşîn ji bo mafên hemû kedkaran ji bo wekheviyê hate dayîn, bi teybet jî xwedî li keda jinê derketin. Ev bû çavkaniya jiyanê ji bo mirovahiyê û kedkaran."

Di berdewamiya semînerê de jinan pirs derbarê vê rojê û pirsgirêkên kedkaran kirin û semîner bi nîqaşan bidawî bû.

(ze/cc/rc)