Hesekê berxwedêrên meha Nîsanê bi bîr anî
15:28
JINHA
HESEKÊ - Li bajarê Hesekê ji bo bîranîna berxwedêrên meha Nîsanê, merasîmeke taybet hate çêkirin. Di merasîmê de 20 şervanên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane, hatin bir bîr anîn.
Merasîm li Navenda Çand û Huner a Taxa Miftî çêbû. Di mersîmê de malbatên kesên jiyana xwe ji dest dane, şêniyên taxê beşdarî bûn. Di serî de ji bo cangoriyan deqîqeyek rêz hate girtin. Paşê li ser navê Saziya Malbatên Şehîdan Sebah Memo axivî û kesên jiyana xwe ji dest dane bi bîr anî. Paşê rêvebera Kongreya Star a bajêr Rêhan Gabar axivî. Rêhan behsa rola berxwedêran di têkoşîna azadiyê de kir û soza bilindkirina rêya wan anî ziman. Rêhan berxwedana dayîkên şervanan jî pîroz kir û bal kişand ser berxwedaniya li Bakûrê Kurdistanê û wiha domkir, "Em şehîdên azadiyê ku di xeta Rêber Apo de jiyana xwe ji dest dane û ala azadiyê bilind kirine bi bîr tînin."
Di merasîmê de malbatên berxwedêran jî axaftin kirin û di merasîmê bîranînê de helbest derbarê têkoşeran hatin xwendin. Paşê navê 20 şervanên ku di dem û cihên cuda de jiyana xwe ji dest dane hatin xwendin û belgenameya wan pêşkêşî malbatan hatin kirin.
(ee/jh/rc)