'Em ê dev ji parastina gelê xwe bernedin'
17:48
JINHA
QAMIŞLO - Îro di encama teqîneke xwekujî de 5 endamên Asayîşa li Taxa Kornîş jiyana xwe ji dest dan. Endama Asayîşê Şemsîxan Hesen Xelîl têkîldarê bûyerê daxuyanî da.
Îro di saeta 8:30 de li beramberî benda kontrole ya Hêzên Asayişê ya taxa Kornîş a li ser rêya Xelîc êrîşeke xwekujî pêk hat. Di êncama vê êrîşê de 5 endamên Asayîşê jiyana xwe ji dest dan û 4 kes jî birîndar bûn. Di derbarê vê bûyerê de endama Asayişa Jin Şemsîxan Hesen Xelîl wiha agahî da û wiha got, "Îro teqînek li meydana Xelîc a Taxa Kornîş çêbû. Ji Asayîşa Rojava 5 hevalên me şehîd bûn. Di heman êrîşê de 4 kes jî birîndar bûn e ku yek ji van sivîl e. Em wek Asayişa Rojava dibêjin em li virin û dev ji parastina gelê xwe bernadin. Ew kêsên êrîşan li ser me pêk tînin, bila nefikirin ku em ê bitirsin. Em ê bi vîna xwe van êrîşan vala derxin."
Herî dawî endama Asayişa Rojava Şemsîxan Hesen Xelîl diyar kir ku ewlehî ji bo wan karê sereke ye û wiha dawî li gotina xwe anî, "Wek Asayişa Jin'ê em dibêjin ku her dem em ê ji bo parastina gelê xwe li vir bin. Em ê wek asayişê karê xwe yê ewlehiya civakê bidomînin. Heta em li ser piyan bin, em ê gelê xwe bi hemû pêkhateyên wê ve biparêzin."
(gb/rc)