Jinên ciwan pêşengiya înşakirina Kobanê dikin

09:01

Zehîde Ehmed/JINHA

KOBANÊ - Piştî ku dagirkeriya çeteyên DAIŞ'ê yê li Kobanê têk çû û welatî vegerîn warên xwe, jinên ciwan dest bi înşayê civakê kirin.

Jinên ciwan ên Kantona Kobanê, pêşengiya xebatê înşakirina bajêr dikin. Endama YCR'ê Dersim Baran qala pêvajoya beriya şoreşê kir û wiha got, "Beriya Şoreşê, sîstema desthilatdar bandoreke neyînî li jin û tevahiyê civakê kiribû. Bi taybet jinên ciwan ji pir hêlan ve xwe nas nedikir. Nedizanî şer çiye, parastin çiye, koçberî çiye, lê belê bi rastiya têkoşîna ku şervanên YPG-YPJ'ê û jinên ciwan pêş xistin di aliyekê de bersiv ji dijminê hov re hate dayîn û di heman demê de rengê jiyana nû hate fêmkirin. Ji xwe piştî rizgariya Kobanê, gel piranî vegeriya ser axa xwe û me jî wek jinên ciwan xwe bi tevger kiriye ku birînên heyî ji holê radikin."

'Em di pêvajoya înşakirinê de ne'

Dersim Baran pirsgirêkên aborî yên Kantonê anî ser ziman û wiha domkir,, "Em niha di pêvajoya înşakirinê de ne. Li kêleka êş û derdên ku şer bi xwe re anîn, ambargoya ku ji hêla dewleta Tirkiyê û PDK'ê hevbeş pêş xistine, jî dibe sedema ku xebatê me yê înşakirinê giran bibe. Ligel vê jî em bi moral, coş û baweriya ku serketina Kobanê avakiriye, roj bi roj xebatên xwe pêş dixin."

Hevseroka Meclîsa Ciwanên Kantona Kobanê Şêrîn Osman jî got, "Di têkoşîna li dijî çeteyên DAÎŞ'ê ya ku bi hevkariya AKP'ê êrîş dikirin, me wek jinên ciwan roleke girîng girt ser milê xwe. Jinên ciwan ne tenê li Kobanê, ji bo piştgiriya Kobanê li tevahiya cîhanê jî xebat dide meşandin. Niha jî li kêleka erka xweparastinê, ji bo xebatên civakî-siyasî, çand û hunerî jî berpirsyariyên xwe bi cih tîne. Em bi baweriya ku jina ciwan dikare civakê li ser bingehek azad û wekhev saz bike de xebatê pêk tînin. Şopên şer li ser civakê jî bandor kiriye. Tê xwestin herî zêde kar di vî milî de were kirin, em ji bo vê yekê xebat dikin."

Şêrîn Osman ji jinên ciwan xwest ku perwerdeya xwe esas bigrin da ku bikaribin xwe ji tevahiyên êrîşên sîstemên desthilatdar û çeteyan biparêzin.

(rc)