Dê jin travmayên dewletê çêkirî başbikin
09:01
Şehrîban Aslan/JINHA
AMED - Di êrîşên bi mehan ser Surê berdewam kirî de travmayên jin û zarokan jiyan kirîn ji aliyê saziyên jinan ve hatin çavdêrîkirin. Ji bo derbaskirina travmayan saziyên jinan mal ziyaretkirin û gotin: "Ji bo derbaskirina travmayên jinan çî ji destê me bê emê bikin."
Li navçeya Sura Amedê qedexeya derketina kolanan a ku bi mehan berdewam kirî herî zêde bandor li ser jin û zarokan kiriye. Ji bo kêmkirina bandora şer ser jin û zarokan saziyên jinan biriyara ziyaretkirina malan girtin. Civaknasa DÎKASUM'ê Nupelda Yaşar diyar kir ku dê xebatên wan tenê ne ji bo jinan be, di heman demê de dê ji bo zarokan jî bername derxin.
'Em li benda jinan namînin emê biçin'
Nupelda da zanîn ku qedexeya dermdirêj ser Surê berdewam kirî ser jin û zarokan bandorên giran hêlane û wiha domand: "Me bi malbatên ku ji taxên şer derbazî taxên din bûne re hevdîtin kir, bi rastî jî me ferqkir ku di aliyê derunî de nebaşin. Di van rewşan de tayîbetî jin û zarok gelek bandor dibin. Weke saziyên jinan me biriyar da ku emê alîkariya derunî bidin û di 28'ê adarê de me dest bi ziyaretên malan kirin. Em li bendê neman heya jin bên serî li saziyên me bidin, em bi xwe çun gel jinan. Em bi jinan re dirunin û sohbetê dikin, em hewildidin hînî rewşa wan bibin."
Nupelda destnîşan kir ku ji ber bûyerên jiyan kirine dema ew despêkê li derî dixin jin bi metirsîdar derî vedikin û wiha berdewam kir: "Despêkê dema em li derî dixin ji bo me bigirin hindir hinek dudil dibin, lê dema em ji ku çune û sedema çuna xwe dibêjin bi me bawerdikin û me digirin hindir. Em weke ku biçin mala cîranên xwe dest bi sohbetê dikin. Paşê jî hêdî hêdî jin dest bi axaftinê dikin û tiştên jiyan kirine vedibêjin."
'Her xebata ji destê me bê em ê bikin'
Nupelda bilêv kir ku dê hîn zêdetir xebatên wan ji bo jinan be, lê wan zarok jî paşçavnekirine û wiha dom kir: "Dema ku em bi malbatan re dipeyîvin ji bo zarokan tiştên weke bi hatina dengek biçuk jî ditirsin, ji bo deng nebihîsin guhdang bikartînin an jî tiştên weke pembû yê deng nebihîsin dixebitîn in û carnan jî bi xwe de dimîzin. Zarok pir zêdetir bandor dibin, lê ji jinan zêdetir zu bandora wê ser xwe davêjin. Sedema wê jî ji derve dilîzin û bi tiştekê mijul dibin. Bi jinan re despêkê pirsgirêka baweriyê çêbûye, ji derdorê têkiliyê xwe dibire. Ev jî dibe sedem ku travma hîn zêdetir giran bibe. Ji bo derbaskirina travmayan çî ji destê me bê emê bikin."
(zt)